Temellî: Ev çalakî banga rizgarkirina Tirkiyeyê ji tecrîdê ye. Em ê di hilbijartinên herêmî de gelekî bixebitin. Em ê qeyûman bavêjin ser sergoyên dîrokê.
HDP´ê bi mijara hilbijartinên xwecihî civîna hevserokên rêxistinên bajêr kir. Beriya civînê Hevserokê HDP´ê Sezaî Temellî axivî û bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û got, “Ev çalakî banga rizgarkirina Tirkiyeyê ji tecrîdê ye. Li vî welatî ne serweriya hiqûqê serweriya Qesrê heye. Em ê gelekî bixebitin. Ji bo vê jî divê em vê demê baş plan bikin. Rewşa li ber me, ne tenê plana hilbijartina cihî ye, têkoşîna xilasbûna ji faşîzmê ye.”
Em ê qeyûman bavêjin ser sergoyê dîrokê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di civina Hevserokên rêxistinên bajêr ên HDP’ê yên Bajaran de axivî. Temellî bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD’ê, Leyla Guven ku ji bo betalkirina tecrîdkirina Ocalan, dest bi greva birçîbûnê kiriye û got, “Ev çalakî banga rizgarkirina Tirkiyeyê ji tecrîdê ye. Em ê di hilbijartinên herêmî de gelekî bixebitin. Em ê qeyûman bavêjin ser sergoyên dîrokê. Ji bo vê jî divê em vê demê baş plan bikin. Rewşa li ber me ne tenê plana hilbijartinên cihî ye, têkoşîna xilasbûna ji faşîzmê ye.”
Serweriya qesrê heye
Têkildarî fezlekeyên li dijî parlamenterên HDP’ê jî Temellî got, “Li vî welatî ne serweriya hiqûqê, serweriya Qesrê heye. Dadgerî ketiye bin nîrê desthilatdariyê. Bi taybetî dozên li dijî HDP’ê û fezlekeyên li dijî me, dema ku mirov li van binihêre, mirov vê dibîne.”
Ji bo azadbûna Tirkiyê gaveke girîng e
Hevserok Temellî, li ser çalakiya Hevseroka KCD’ê û Paralmentera Colemergê Leyla Guven, ku ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grêva birçîbûnê dabû destpêkirin jî got, “Ji bo azadbûna Tirkiyê gaveke girîng e” û wiha dewam kir: “Bi çalakiya xwe bangê li gelên Tirkiyeyê dike ku têbikoşin û Tirkiyeyê ji tecrîdê xilas bikin. Li Tirkiyeyê mirov dest biavêje kîjan pirsê, mirov dikare siyaseta talanê ya vê desthilata zordar bibine.”
Divê em demê baş bi kar bînin
Temellî herî dawî ev bang li hemû derdoran, nexasim jin û kedkaran kir û got, “Em dixwazin di hilbijartinên cihî de têkoşîneke mezin a demokrasiyê bidin destpêkirin. Bi 24’ê Hezîranê re em ketin dewra dîktatoriya destûrî. Banga me ji bo muxalefetê hemûyî ye. Rênîşandêriya gel ji bo me rêber e. 4 meh û nîvên me mane. Em bawer dikin ku hemû rêxistinên me yên partiyê vê demê baş bi kar bînin. Em ê rojê 24 saetan bixebitin û qeyûman bavêjin ser sergoyê dîrokê.”
ENQERE