Di nirxandina SIL International de hat ragihandin, Alvdalska zimanekî xweser e û hikûmeta Swêdê ne ji ber sedemên zanistî, ji ber sedemên siyasî Alvdalska weke zimanekî qebûl nake.

Bi vî awayî, Alvdaleniyên ku bi dehan salan e hewl didin nîşan bidin ku zimanê wan zaraveyeke Swêdî nîne, zimanekî cuda ye û divê di statuya zimanên hindikahiyan de be, ji hin aliyan ve bi ser ketine.

Alvdalenî, biryara SIL Internationalê, ji bo ziman weke ziman bên qebûlkirin, weke serketineke mezin dibînin. Û hêvîdar in ku hikûmeta Swêdê, Alvdalskayî weke zimanekî hindikahiyan nas bike.


Ji bo naskirinê komele damezirandin

Alvdaleniyan ji bo naskirina zimanê wan ê dayikê, di sala 1984’an de yekem komeleya ziman a Swêdê ‘Ulum Dalska’ ava kirin. Ev komele xwedî 2 hezar endaman e. Zimanê Facebookê yê malbata vê komeleyê jî, ku 3 hezar endamên xwe hene Alvdalskayî ye.

Komeleyê bi zimanê xwe ferheng pirtûkên li ser rastnivîsê û pirtûkên perwerdeyê yên li dibistan û zanîngehan dikarin werin bikaranîn çap kirin. Ji bo Alvdalska weke zimanekî bê qebûlkirin, li Swêdê û Ewrûpayê xebitî.


Sala 2013’an pêşniyaz kiribûn

Komele dibêje, zimanê il herêma Val d’Aran a Katalonyayê ji aliyê 4 hezar 700 kesî ve tê axaftin û zimanê li Cronwall a Ingilîstanê ji aliyê 500 kesî ve tê axaftin, xwedî statuya qanûnî ne û dixwazin hikûmeta Swêdê jî bide ser heman şopê û ji bo ewlekirina siberoja Alvdalskayî zimanê wan weke zimanê hindikahiyan qebûl bike.

Komîteya Pisporan a Konseya Ewropayê ya ji zimanan berpirsyar, sala 2013’an de pêşniyaz li hikûmeta Swêdê kiribû ku ji bo bê tesbîtkirin Alvdalska zimanekî cuda ye yan na, komîsyoneke serbixwe mijarê lêkole.


Hikûmet ji bandora dibe ku li ser zimanên din çêbe, ditirse

Zanyarên ziman dibêjin, Alvdalska ji bo weke zimanekî cuda bê qebûlkirin ji her alî ve guncaw e, lê belê hikûmeta Swêdê ya ji bandora domîno ya naskirina vî zimanî li ser zimanên gelên din ditirse, ji bo bi rengekî fermî Alvdalska weke zimanekî nas neke, li ber xwe dide. Yek ji kesên hewl da Alvdaska weke ziman bê qebûlkirin Profesor Lars Steensland da zanîn, ku SIL International ev biryara xwe li gorî daneyên zanistî daye û anî ziman ku ev biryara saziyeke ji aliyê ziman ve pispor e, ji bo siberoja Alvdalskayê gelekî girîng e.


Hikûmetê 3 pêşniyazname red kirin

Henrîk Rosenkvîst ê li Beşa Zimanên Skadînavyayê ya li Zanîngeha Goteborgê doçent e, yek ji wan kesan e ku ji bo hikûmeta Swêdê Alvdalskayê weke zimanekî qebûl bike, têdikoşe. Rosenkvîst bi bîr dixe, ji bo Alvdalska weke zimanê hindikahiyekê bê qebûlkirin sê pêşniyazname pêşkêşî parlamentê hatine kirin, lê hikûmeta Swêdê di vî warî de helwesteke neyînî nîşan daye.

Rosenkvîst ragihand ku ji bo Alvdalska weke zimanekî bê qebûlkirin, hemû pîvanên zanistî hene û destnîşan kir, ji bo qebûlkirina vî zimanî pêwîstî bi zexteke xurt a raya giştî heye.

Li navçeya Alvdalenê, wê di 1’ê Îlonê de kreşek ji bo zarokan a bi tenê bi zimanê Alvdalska lê tê axaftin were vekirin. Şaredarê Alvdalenê Peter Egardt da zanîn ku eger ev ziman ji aliyê zarok û ciwanan ve neyê axaftin wê tine bibe, lewma ji bo pêşî li vê tinebûnê bigirin, wan biryar daye weke gava destpêkê kreşekê vekin.



MÛRAT KÛSEYRÎ/STOCKHOLM