Berî çend salan serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji gelê Başûrê Kurdistanê re got; ”Xelk bi xwe tembel in kar nakin”, bêyî ku bifikire eger gel iykar neke ji xwe re, ne sucê gel e, sûcê perwerde û kultura siyasî ya partiya wî ye. Ji ber gel aniye rewşeke wiha ku niha ji welat baz didin û yên mayî jî ji serî heya binî hatiye dagirkirin. Derdikeve holê ku ev kirîza hanê qaşo aborî ye û heta car li xwe mikûr tên ku mesele di eslê xwe de nelirêtî ye, talan û dagirkirina siyasî, kulturî û serbaziya dewleta Tirk e. Sedem serokwezîrê herêmê bi xwe ye ku welatê xwe wekî tembelxane dibîne û li ser sîniya zêrîn pêşkeşî û diyariya dagîrkeran dike û gel jî birçî û bê îrade dihêle.
Li 30'ê Çileya 2016'an li Silêmanî konferansekê girîng hat lidarxistin. Serenava konferansê ”Bandora dagîrkeriya Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê” bû. Agahî û detayên ku eşkere dibin bi zelalî diyar dibe trêna siyasî li Başûrê Kurdistanê ne di destê Kurdan de ye lê ji hemû aliyan ve ketiye destê dagirkeran ku em dorpêç kirine. Agahî û tespîtên di wê konferansê de derketin pêş asta tirsenak û xeternak gihaştiye çi radeyê. Tirkiye ji alî hegemoniya siyasî, leşkerî, aborî, çapemenî û diplomasî ve direksiyona 'trêna siyasî' ya Başûrê Kurdistanê di destê xwe de girtiye ji bo kontrolkirin û bikaranîna hin partî, kes, sazî û dezgeh.
Her wiha Başûrê Kurdistanê kiriye navenda dijberiya beşên din yê Kurdistanê, bi eşkere astengî li pêşiya girêdana konfransa netewî ya Kurd ji alî Tirkiye mînakek wî herî berbiçav e. Êriş û îtifaqên salên 90'an li Enqere, pişte jî Dûblin û Washington û li hevhatinên aborî bi taybet girêbesê petrol ji alî N.Barzanî bi Tirkiye re ji bo 50 salan bê ku şirîkên din yê Hikumetê pê bizanin asta vê dagîrkarî nişan dide. Rayedarên vê herêmê ji karên siyasî zêdetir bi mentiqê 'business ji siyasetê girîngtir e' kar dikin. Ev ji xwe bûye rêbaza siyasetê li Başûrê welatê jiyanî gel, qûtê wan û nasname û her tişt bûye qûrbana komek karên siyasî ku wergerandine 'business'ê.
Hin kesên qaşo rewşenbîr wer bawer dikin ku Tirkan dewleta Kurdî ji li Başur ava dike lê wezîrê enerjiya Tirk derzî bi balona vê îdayê de kir û got têkelî me bi herêmê re tenê ji bo peydakirina petrol û gaz e eger ji alî Rûsye em bikevin tengasiyê. Ev tenê aliyeke wî ye hin agahiyên din heta asta mêjiya mirov bitevizînê û devê mirov vekirî bihêlê hem tirsenak û hem kûrahiya trajediya Kurdan nîşan dide.
Dewleta Tirk astengeke sereke ye di pêkanîna madeya 140'ya destûra Iraqê ku pirsgirêka herêmên ji Kurdistanê hatine qutkirin çareser dikir lê zêdetirî 12 sal in ku bi bikaranîna hin aliyan bi taybet jî hin Tirkmen alozî derdixin û dibin sedema kirîzên navbera gelan li Kerkuk û hin deverên din.
Di konfransê de tespîta “dosteke wehmî-signal û dijmineke stratejî” nîşan didin ku Tirkiye bi avakirina saziyên û destwerdanên çandî, çapemenî û perwedeyî xwe weke dostek nîşanî her kes daye lê ji dijmineke stratejîk e û tiştek din nîne. Parlementerê AKP Burhan Kayaturk di navbera Stenbol, Wan û Hewlêr bazirganiyan navberê DAIŞ'ê, Başûr û Tirkiye de kar dike.
Li gorî şêwirmendê Wezareta Bazirganî û pîşesaziya Hikûmeta Herêmê ji bo karûbarên têkîliya derve ji 1800 şirketên biyanî 1400 ji wan şirketên Tirkiye ne salane 12 milyar dolar sermaye dixin kar û qazanc dikin, di sala 2015'an gihişt 25 Milyar Dolar, ji %50 malên li Başûr ji Tirkiye tên û ji alî newyet jî piranî wan bi kontrolê re derbaz nabin. Sektorên ger û geşt, binasazî, xwarin, cil û berg, pêdiviyên mal û derman ji Tirkiye tên, ji pêdiviyên herî sade ku li welatên paşketî alî pîşesazî bi xwe hildibirînin lê li bazarên Başûrê malên Tirkiyeyê ne. Ji %5 bûdceya Tirkiye ji Başûr tê, bêguman ji vê bûdceyê beşêk ji arteş û saziyên emniyetê re tên veqetandin ku niha li êriş û komkujiyên ser Bakurê Kurdistanê tên bikaranîn.
Sektorên din yên ji hemûyan tahlûketir tên bikaranîn ji bo vê dagirkeriya perwerde û çapemeniyê ye. Armanc bi vê êrişa îdeolojîk asîmelekirin û tinekirina nasnameya Kurdan û êrişa rasterast li Tevgera Azadiya gelê Kurd e. Civaka Başûr ji her demê zêdetir di bin bombardumana îdolojîk de ye bi rêya TV û çapemeniyên û saziyên girêdayî dewleta Tirk, armancê hin rêzefilmên ku bi Kurdî hatine dublajkirin nîşandan, her wiha Kurdan paşketî, qatil û Tirkan jî weke pêşketî û bi merhemet nîşan dide. Cem Ersever ê personalê JITEM'ê îtiraf kiribû ku wan çand kanalên çapemenî bi partiyên Başûr re avakirine ji bo ku pêşî li bandore PKK bigrin.
Niha li Başûrê Kurdistanê ji sala 1994'ê û vir ve bi dehan zanîngeh û xwedingeh hatine vekirin tenê li Hewlêrê “Rêxistina Fazîlet ji bo Perwerde, Navenda zimanê Rûnakî, Xwendingeha Rûnakî ya Seretayî, Kolêja Nilûfer ji bo keçan, Kolêj û Zanîngahe Rûnakî ji bo xortan” û li silêmanî, Kerkuk û Duhokê jî bi heman rengê, di van dibistanan wêne, al ,marş û sembolên dewleta Tirk hatine daliqadin û bilind kirin.
Salan zarokên Kurdan bi navê pêşbirke zimanê Tirkî û stranên Tirkî dibin Tirkiye, piştr jî bi van zarok civakê teşwîqî oto-asîmlasyon dikin. Bi dehan radyo û saziyên weke Radyo Dicle, Radyo Dewran , saziya çapemenî û weşana Kaniya Îrfan , saziya Best Future ji bo reklamê hatiye avakirin, rojane kadro û personal ji bo saziyên ragehandine Tirkan amade dikin. Van agahiyan tenê dilopeke ji çemê agahiyan li ser dagirkeriya dewlet Tirk re.
Niha tenê di axa Başûrê Kurdistanê de 3235 serbazên Tirk, 58 Tank û 27 zirx û bi sedan parçe û cûreyên din ji çekên giran hene li qereqolên Kanî Masî, Bamernî, Batîfa, Kirêbî , Sînkî, Sîrî, Kubkî, Qumirî û Koxî, Darî Dawetê, Serî Zîrî, Gelî Zaxo û Amêdî hene.
Tevî ku Hikûmeta Îraqê, Parlemana Herêmê û ciwanên welatparêz bi nîv milyon imza daxwaza van hêzên Tirk vekişên kirin, dev ji vekişandinê berdin piranî hêzên wan jî piştî êrişên DAIŞ'ê hatin nû kirin.
Bêyî ku mirov şîrove bike, tê fêhmkirin ku çima Hikumeta Herêmê piranî bin kontrola PDK'ê de ye, li hember komkujiyên Kendekor, Kortek û Zargelê di êrişên hewayî ya balefirên Arteşa Tirk de, bêdeng man, lê mirov dipirsê gelo partiyên din û gel û kesên ku bi rastî vê dagirkerî û trajediyê dibînin li kû derê ne? Tenê tesbîtkirina rastiyan û agahiyan ne têrker e, gelo ev rewşa ku N.Barzanî jê re dibêjê “tembelxane” çima karên cidî nayen kirin? Helwêstên pir alî li hemberê vê dagîrkeriyê ne tenê erkeke netewî ye, erkeke exlaqî û wîjdanî û mirovahî ye, ji ber ku AKP û dewleta Tirk, Kurdan weke mirov nahesibînin, nexwe ya ku bin jêrzemîne Cizîre de diqewime çî ye ? Êrişên ser gelê Kurd cesaret ji bêdengî ji vê dagîrkeriyê digire.
Gelê Kurd li Bakurê biryarê azadiyê û derxistina dagirkeran ji ser axa Kurdistanê daye, divê helwêst li Başûr jî li gorê vê stratejiyê be. Ne tenê li hemberî dewleta Tirk li hemberî yên Başûr ji bo gel wergerandine ”tembelxane” wekî N.Barzanî bi xwe dibêjê û ji dewleta Tirk jî wergerandine dagîrker û mijokdar.