
Yek ji rêyên şên ên Wanê Rêya ku dewleta Tirk a dagirker navê Cumhuriyetê lê kirî ye; Mihemed Elî ha li vê kolanê bi tembûreke pêlîstok bi saetan heman stranê dibêje û dibilîne: Kobanê! Mihemed Elî pêxwas, di serma destpêka zivistanê de strana Kobanê dibêje û xewn û xeyala wî jî ew e ku li erdên xwe, li heval û hogirên xwe tavilê karibevegere.
Di êrişa bi ser wilayeta Helebê a DAIŞ´ê de direvin û berê xwe didin bakurê Kurdistanê. Mihemed Elî bi bîr dixe ku polîsên Tirk zarokên stranên Kurdî li kolanan dibêjin, ne razî ne; ji ber vê ew hin rojan birayê xwe bi xwe re tîne da ku jê re nobetdariyê bike û xebera wî bi hatina polîsan Tirk bike.
Mihemed Elî bi Tirkî nizane; ew ji bo ku destekekemadî bide malbata xwe ya ji 9 nefsan li kolanan bi tembûra xwe a pêlîstok, strana Kobanê dibêje li kolanên Wanê.
WAN