SEMRA TURAN / MA/DERSIM

Pîr Zeynet Kete, di baweriya elewîtiyê de behsa cihê tembûrê kir û diyar kir ku tembûr nasnameya civakî ya Elewîtiyê ye.

Di baweriya Elewîtiyê de yek ji bivênevêya îbadetê tembûr e. Heger kes nizanibe lê bixe jî li dîwarê her malê daliqandiye.

Kete, ku Dersimê wekî erdnîgariya Rêya Heq pênase dike, diyar kir ku netewe dewlet polîtîkaya qirrkirinê li Dersimê disepînin û nirxên madî û manewî yên baweriya Elewîtiyê di çarmîxê de can dane. Kete, destnîşan kir ku yek ji van nirxan jî tembûr e û got, "Heta demeke nêz jî Elewiyan navê baxlemeyê bi lêv nedikir. Digot, tembûr. Piştî bajarîbûnê, peyva baxlemeyê di nav ciwanan de zêde hat bikaranîn. Tembûr hat jibîrkirin."

Muzîk nêzîkatiya Heq e

Kete got, di navbera jiyan û muzîkê de têkiliyeke xurt heye û got, "Di baweriya Elewîtiyê de mirov bi muzîkê nêzî Heq dibe. Dibe dad-dîdar. Îqrarî çêdibe. Cem û civat çêdibe. Rêya Heq, civakîbûna Elewîtiyê û muzîk têkildarî hev in. Muzîk jî bi tembûr û zakir re dibe goşt û neynûna vê yekê. Zakir vexwînerê meydanê ye. Di baweriya Elewîtiyê de erkan li qadê tên kirin. Meydan hebûna heqiyê ye."

Kete, destnîşan kir ku tembûr di heman demê de awayekî rêxistinbûyînê ye û got, "Zakir li ber tembûrê, bîra civakî, êşên civaka Elewî, berxwedanê vediguhêzînin. Lewma tembûr şahid, bersûc û mehkûmê her serdemê ye."

Tembûr dîrokekê vedibêje

Kete, diyar kir ku kaniya baweriya Elewîtiyê çanda devkî ye û got, "Zakir bi rêya tembûrê qewmînên dîrokî, jiyana hin şexsiyetan vedibêje. Tembûr amûra herî girîng a perwerdehiyê ye."

Kete got, di baweriya Elewîtiyê de tembûr li hemberî zilma zaliman amûra propagandayê ye û got, "Sekna Elewiyan a polîtîk, têkoşîn û berxwedana wan tîne ziman. Di warê çandî de zakir û tembûr veguhêzbarên bîrê yên herî mezin in. Zakir siberoj û rabihuriyê tîne gel hev. Tembûr ji bo Elewiyan zindî ye. Li meydana Heq xizmetek heye. Ji 12 xizmetan yek jê ev e. Xwe xwar dike niyaz dike.

Hemû taybetmendiyên baweriya elewîtiyê di tembûrê de bi awayekî sembolî hene. tambûr nasnameya civakiyî ya baweriya Elewîtiyê ye."