Murvet Demîr ji wan kesan e ku dewleta Tirk gundê wê şewitand û bi darê zorê ew di dawiya salên 80´yî de koçber kir. Du zarokên wê di şer de jiyana xwe ji dest dane. Dayik Murvet Demir ev 12 sal in ku êş û kêfxweşiya xwe bi tembûra xwe îfade dike. Murvetê ji bo her zarokekî xwe stranek nivîsiye û gotiye.
Murvet Demîr a ku gundê wê hat valakirin û bi darê zorê ew ji gund hat derxistin, yek ji koçberên li welatê xwe ye. Du zarokên wê jî di şer de jiyana xwe ji dest da. Murvet êşa zarokên xwe bi stranan tîne ziman. Murvet a ji gundê Fîrdews a Licê ya Amedê ye, di 1988’an de neçar dimîne koçî Amedê bike. 4 zarokên Murvetê li dijî zextan biryar didin tevlî nav refên PKK’ê bibin. Murvet piştre di demên cuda de agahî wergirt ku du zarokên wê jiyana xwe ji dest dane. Murvet ji bo rojeva siyasî bişopîne biryarê dide ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibe.
Fêrî xwendin û notayên muzîkê dibe
Murvet ji ber êşa û jana mirinan, berê xwe dide huner. Piştre jî noteyan hîn dibe û dest bi lêxistina tembûrê û gotina stranan dike. Murvet hem li tembûra xwe dide û hem jî stranan dibêje. Murvet diyar dike ku tembûr heval û dosta wê ye.
Gotin bi tembûrê manedar dibin
Murvet diyar dike ku piştî demekê, ew hînî lêxistina tembûrê dibe û wiha dewam dike: “Yekane hevala min tembûra min e. Ez hemû derdê xwe bi tembûra xwe re parve dikim. Ez pê re sohbetê dikim. Ez hem pê re digirîm hem jî dikenim. Tembûra min ji bo min gelekî girîng e. Tembûr weke pirtûkê ye.”
Murvet a ku ev 12 sal in li tembûrê dixe, ji bo her zarokekî xwe jî stranek nivîsiye. Murvet di dawiyê de diyar dike ku huner ji bo wê gelekî girîng e û dibêje, divê jin bi huner re elaqeder bibin tiştên jiyane bi tembûra xwe bînin cem hev.
JINNEWS/AMED