Di 16 saliya xwe li tembûrê dide û tembûrê wekî hevala xwe ya jiyanê dibîne. Zehra bêparbûna wê ji fêrbûna nivîsandin û xwendinê hişt ku aliyê xwe yê hunerî pêş bixe û fêrî stran û tembûrê bibe. Zehra rojane 6 heta 8 saetan li tembûrê dida û xwe perwerde dikir.  Zehra li gel tembûrê û bi guhdarkirina dubare ji stranan re gotin û awaza stranên folklorîk ezber kirin. Zehra dibêje ku ew bi gelek hunermendan ên wekî Mihemed Şêxo, Xelîl Xemgîn, Gulîstan û Diyar Dêrsim bandor bûye û gelek ji stranên wan ezber kirin. Zehra beşdarî gelek şahiyan bûye yên wekî 8’ê adarê Rojava jinan 2008, cejna çapemeniya Kurdî 2009, Newroza 2014 ya herêma Kobanê û gelek şahiyên taybet bi astengdaran û herî dawî şahiya astengdarên cîhanê ya ku di 2012’an de li bajarê Helebê hate lidar xistin, bû. 

ANHA/KOBANÎ