Diyarbekirtî çandeke din e
'Ji 84 kesan bi tenê du kes çûn yên din gotin;'Em çawa Diyarbekir berdidin?!' Yên çûn jî gundî bûn. Qasim û Lawê Pîrê herdu jî li Almanya mirin.' Di sala 1971 an de afîşa siyasî ya yekem bi dîwaran ve dike, belavok belav dike. Piştî cuntaya 12 ê Adarê diçe Mêrsînê. Alîgirê DDKO yê ye. Ji bo dîtina Doktor Şivan diçin cem Niyazî Hoste lê mixabin nikarin bibînin, ev jî keserek e di dilê Onder de. Heta sala 1973 yan li Mêrsînê di rafîneriyê de kar dike. Ji ber fikarên şoreşgerî li wir nasekine, vedigere, apê wî ew dide girtin, dibêje ev dê bela bîne serê me. Dişînine leşkeriyê. Diçe Kibrisê, piştî 9 mehan jî diçe Qeyseriyê. Ew komandoyê peraşûtvan e.'Şerê çi? Şer mer tune bû, dagirî û komkujî hebû!' Wisa bi nav dike bûyera dagirkirina girava Kibrisê.
Nêrîna me cuda ye, lê qedera me yek e...
Piştî vedigere êdî DDKO belav bûye. Rêxistinên din derketine. Yên ji Ewropa hatine nêzî Sovyetê ne u yên reviyane Başûr û îranê jî bêtir neteweyî ne. Ew jî DDKD ji xwe re nêzîk dibîne wan deman jî wiha bibîr tîne: Neco (Necmettîn Bûyûkkaya) û Xetîp Dîcle jî di nav de bûn. Me dest sendîkavanîyê kir, bûm sekreterê giştî.12 ê îlonê hat, general Kemal Yamak dest danî ser xebatên me, gef li me xwarin. Min jî xwest derkevime derve, hatim girtin, 14 roj di êşkenceyê de û sê meh jî di hundir de mam. Bavê min pere da, ez dam berdan. Dû re di ser Qamişlo re derbasî Libnanê bûm. Heta 1982 an li wir mam, şerê îsraîl û Filistiniyan çêbû. Li wir 300 kesên DDKD yî hebûn. Em li cem El Fetih dihêwirîn. Îsraîl çember teng kir, şerekî nedîtî bû, li ser Beyrûtê du sed balafiran li hewa şer dikir. Em jî bi hev ketin, bûn sê parçe, pêşeng wê demê derket. Neteweyên yekbûyî em ji wir derxistin. Filîstînî jî durû ne, heta fermandarên wan jî reviyan. PKK ê şer dikir, qehremaniyeke mezin dida nîşan. Em vegeriyan Şamê. Di keştiyê de hind ji serkirdeyên PKK ê yên wekî Cemîl Bayik û Numan Bagcî jî li ba me bûn. Min got: Heval nêrîna me cuda ye, lê qedera me yek e em di heman keştiyê de ne.'
Nêzîkbûna ber bi PKK ê ve...
Necmeddîn (Buyukkaya) ji Ewropa çû welêt, hat girtin û qetil kirin. Rêxistinên din belav bûbûn. Min dît li Ewropa rêxistin nabe. Şehîdên Hêzil ketin rojevê. Ez çûm komeleya PKK ê. Zana Bilgin li wir bû paşê şehîd ket. Kom bi kom şehîd diketin. Piştî bûyera Palme herkes ji partiyê direviya, em çûn. Di dema kesî nedixwest bi Apociyan re bê cem hev, em gihiştin PKK ê. Ez û Mehmûd Baksî me serdana Olof Palme kir. Palme got; serxwebûnê bixwazin, eger hûn serxwebûnê nexwazin, federasyonê nadin we...Me li Skandinavya xebateke mezin ji bo PKK ê kir. Bi gotineke din me PKK ê firand.
Jiyaneke din nikarim bijîm...
Onder nêzî 20 salan e li Tv yê kar dike gelo heta niha ji derveyê nûçe û bernameyan çi bi destên wî ketine. Mirov dikare behsa dibistanekê bike? 'Mercên me xerab in, gelek kes perwerde bûn..Pir zehmetî çêbûn. Min berê jî dinivîsand, Lê ev der cîhaneke din e. deqîq e, şaşî qebûl nake. Dîsîplîna min a kar heye. Du sê mehan carekê diçim malê. Me pir tişt dîtîn. Bi dîtina min karê TV yê ji deh pirtûkan baştir e. Ev şagirt tev de pirtûkên min in. Hêna kêmasî hene. Hêna me navên serbazan nedîtine. Yên farsî û başûrî li gorî NATO yê li hev nakin, Barzanî serheng, efser çêkiribû, lê ew jî lê nayê. Di warê ziman de serhişkî ne baş e. Jêfêmkirin girîng e. binêr; reşemî, berfenbar, rêbendan ka ji ku tên...kî dizane...Ji bilî çend rewşenbîran... Mijdar heye lê sermawez tune ye. Ziman divêt sade be, gelên dinê tiştên giran ji zimanan derdixin, Bi 2 hezar bêjeyan te fêrî ziman dikin. Ziman ji bo zarokan e, divêt tu ji bo wan jî hizir bikî. Moderatorî çi ye û divêt çawa be, spîkerî çi ye...Min nivîsand û bi gelek saziyên din re jî parve kir, lê hindan ev dizîn gotin me nivîsiye. Ez şagirtan perwerde dikim. Hem kurdî û hem tirkî 3830 bêje me bikar anine. Niha ji 4000 î jî derbas bûye. Gelek nûbûn jî hene. Dîsa jî xebatên heta niha hatine kirin pir lawaz in.
Rojnamegerî û rojnamegeriya Kurdan?
Gava pirsek wiha bête arastekirin teqez wê gelek kes bersivên cûr bi cûr bidin, nexwe ji bo Onder rojnamegerî çi ye û rojnamegeriya kurdan di çi astê de ye? Ji bo min, bêguman karekî pîroz e; Nêrîn, bawerî, guhdarîkirin, nivîsandin, axaftin û çavdêrî ev girîng in. Wek 5 hêmanên bingehîn in. 5 pirs û K ye. Tu wijdana milet î. 5 Pirs û K: Nûçeya me ev e, em bi vê esasê ve girêdayî ne. Hest jî lê bar dibe...Çavkanî, arşîv...weki din tu yî.
Bê alîtî fantezî ye...
Gelek kes wisa jî der û dor rexneya ku li cem wan bêalîtî nîne dikin, gelo di rastiyê de ev babet çi ye? Li cîhanê saziyên ragihandinê yên bê alî hene ango ev jî mijareke relatîfî ye?
Yên ji me re dibêjin bê alî bin, ew dibêjin namûsa xwe bifroşin. Ji bo kurdan bê alîtî nîne. Ev jî tenê ji kurdan re tê gotin. Ev jî mina têgiha demokrasiyê ye; eger em bikolin demokrasî jî çiqas demokrasî ye? Jo bo kê û ji bo çî demokrasî ye? Niha yekê feqîr nanekî bidize dibe diz, lê yekê dewlemend bidize dibêjin nexweşiya dewlemendî ye. Resen bûn heye, heqiqet heye. Neyar pir dijwar e, em bi edeb in...Em nikarin bi zimanên wan jî biaxivin. Nirxên me hene, li gorî cîhana nûjen em saz dikin. Dibe rexne hebin lê ne tevahî, kes nikare bê alîtiyê li ser me ferz bike...Ho chi min dibêje; li bin van bombeyên napalm de ez çawa nebim neteweperest? Emê her tim alî bin...Misoger em ji wan bi etîktir in...Em kesî nakin hedef, em kesî teşhîr nakin...Qaîdeyên rojnamegerîyê hene...
Gava büyera Sakine Cansız qewimî malpereke kurdî nüçeşîroveyeke wıha weşandibü:'Apociyan li Ewropa sê kes ji hev kuştin ü çav li rê ye ku hêna gelek ji hev bikujin'
Bêbextiyek e, bê etîk e..Mîna Tirkan in, dijminahî ye...Ev guman çêkirin e.
YEKO ARDIL/BERLIN