Li bajarê Swêdê Halmstadê, li paytexta Nowêcê Osloyê, li bajarê Swîsre Baselê û li bajarê Awusturyayê Grazê, pakrewanên doza azadiya gelê Kurd hatin bibîranîn û peyama dilsoziya bi wan re destketiyan misoger dike, hat dayîn.
Li seranserê Ewrûpayê şehêdîn TêKoşîna Rizgariya Kurdistanê û êrişên dewletên dagirker ên Tirk û Îranê hatin bibîranîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdullah Salman (Dijwar Zerdeşt) ê 21’ê Adarê li gel 3 hevrêyên xwe di bomberdûmana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûyî, li bajarê Swêdê Halmstadê merasîma bibîranînê hat kirin. Şoreşgerên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn bidarvekirin jî li paytexta Norwêcê Osloyê hatin bibîranîn û li vir komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û tecrîdkirina Ocalan jî hat rûreşkirin. Yûsûf Ok ku 10’ê Cotmehê li Gimgimê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate qetilkirin jî li bajarê Awusturyayê Grazê hate bibîranîn. Li bajarê Swîsreyê Baselê jî şehîdên doza azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Dijwar Zerdeşt ê 21’ê Adarê tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bûyî, li bajarê Swêdê Halmstadê merasîma bibîranînê hat kirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajêr Ridvan Altûn ê di bibîranînê de axivî û got, Salman şoreşgerekî fedekar bû ku dilsozê gel Rêbertiya xwe bû.
Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî Mele Abdullah Kobanê bal kişand ser şehîdên ji bo azadiya gelê Kurd ê mezlûm.
Şehîdê me hemûyan e
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Ahmet Rojava jî got, bi saya fedekarî û cesareta mezin a gerîlayên li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin û şehîd dibin, destketî çêbûne.
Dayika Salman, Ayşe Salman û bavê wî Suleyman Salman got, ew bi kurê xwe serbilind in: “Xwedîderketina li vir, da nîşan ka kurê me mîraseke çiqasî giranbiha ji bo me hiştiye. Şehîdê me tevan e. Serê gelê me sax be.”
Aktivîst Sûltan Oger jî ji bo êrişkariya dewleta Tirk got, “Wê bi ser nakeve. Heta ku Abdulah û hevrêyên mîna wî hebin serketin ya me ye, em ê bi ser kevin.”
Qederê 500 kesê di merasîmê de amade, dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ gotin.
Ayhan û Acar jî hatin bibîranîn
Li bajarê Swîsreyê Baselê şehîdên doza azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn. Di merasîmê de siyasetvanê Kurd Îbrahîm Ayhan ê li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe jidestdayî û Umit Acar ê ku 27´ê Îlonê bi çalakiya xwe tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirî jî hatin bibîranîn. Xizmên Îbrahîm Ayhan û gelek Kurdistanî di merasîmê de amade bûn.
Îradeya gelê Kurd wê neşike
Yûsûf Ok ku 10’ê Cotmehê li Gimgimê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li bajarê Grazê hat bibîranîn. Civîna bîranînê li NCDK´yê pêk hat û bavê çar zarokan Yûsûf Ok ku tevî çar kesan di wesayiteke sivîl de hate qetilkirin, hat bîranîn. Xizmên Ok jî tevlî civînê bûn.
Hevserokê Civaka Azad a Awusturyayê Halîs Sever got, gelê Kurd wê her gav xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Wî îşaret bi tecrîdkirina Ocalan jî kir û got, ew ê tecrîdê qebûl nekin û îradeya gelê Kurd wê bi vî rengî neşike.
Ok ê 37 salî, 10’ê Cotmehê li gundê Înalî yê navçeya Gimgim a ser bi Mûşê, ji ber guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin, tevî 4 kesan hatibû qetilkirin. Eskerên Tirk qedexe kiribû ku ji bo Ok li gundê wî konê sersaxiyê bê vedan.
Dagirker û zilma wan hatin rûreşkirin
Ew kesên 7’ê Îlonê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn şehîdkirin û şoreşgerên ku vê rejîmê darvekiribûn, li paytexta Norwêcê Osloyê, li NCDK´yê hatin bibîranîn.
Komîsyona PKK’ê ya Osloyê merasîm organîze kir.
Komîteyê bal kişand ser darvekirin û êrişa li dijî Partiya Demokratîk a Kurdistan- Îran (PDK-Î) û HDK, diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdan xurt bikin.
Di bibîranînê de siyasetvan û nivîskarê Kurd Celalettîn Delîbaş jî axivî, Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir û got, divê li dijî êrişên dewleta Tirk û Îranê, gelê Kurd bibe yek.
NAVENDA NÛÇEYAN