Ji pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandarê Tirkmen ê Siwar El Minbic Botan Tirkmenî got, Pêngava Şehîd Fermandar Ebû Leyla pêngava jiyana hevpar û azad e.
Fermandarê Siwar El Minbic Botan Tirkmenî der barê operasyona rizgarkirina Minbicê û avakirina siberoja Minbicê de axivî. Tirkmenî anî ziman ku, ew dixwazin hemû gel bi rengekî hevpar û wekhev bijîn.
Tirkiye çek dide çeyetan
Botan Tirkmenî, îdîayên rayedarên hikûmet û dewleta Tirk, ku dibêjin “me alîkarî dan Tirkmenan, me çek ji wan re şand” axivî û destnîşan kir, ku dewleta Tirk alîkariyê dide komên çete yên bi navê Tûgaya Sûltan Mûrat, Feylaq Şam, Lîwa Hemze, Feylaq 16, DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam. Tirkmenî da zanîn, ji destpêka şerê Sûriyeyê û vir ve Tirkiyeyê bi gelek qemyonan alîkariya çekan daye van komên çete.
Dev ji parastinê berdin serê wan jê dikin
Fermandar Tirkmenî got ku komên çete yên wekî Tûgaya Sûltan Mûrat, Lîwa Hemze û Eniya Tirkmen a Sûriyeyê ji aliyê AKP/Erdogan ve tên birêvebirin, bi ti awayî Tirkmenan naparêzin. Tirkmenî anî ziman ku dev ji parastin berdin heta roja îro gelek Tirkmen ji bo bîratî bi wan çeteya nekirine hatine serjêkirin û gelek Tirkmen ji aliyê van koman ev hatine sirgûnkirin.
Bang li gelê Tirkmen
Her wiha Botan Tirkmenî bang li temamiya gelê Tirkmen bi taybetî ciwanên Tirkmen kir ku di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih bigirin û di serî de Minbic, tevahiya xaka Sûriyeyê ya hatiye dagirkirin rizgar bikin.
Tirkmenî da xuyakirin, ku hem ji bo têkoşîna hevpar a gelan, hem jî ji bo azadiya tevahiya gelên Sûriyeyê, ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê ew tevlî nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûne.
MAHÎR YILMAZKAYA/ANF/MINBIC
Li Minbicê 21 çete hatin kuştin
Di şerê li taxa El Sirip û li ser rêya Cerablûsê ya li bajarê Minbicê de 21 çete hatin kuştin. Her wiha Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bi sedan sivîlên din ên li navenda bajêr ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve dîl hatibûn girtin, rizgar kirin.
Li taxa El Sirip û rêya Cerablûsê yên li bakur û bakurrojhilatê Minbicê ne, doh û pêr şerekî dijwar qewimî.
Şerê pêr bi şev saet di 23:00 de destpê kir, doh jî dewam kir. Li gorî agahiyên destpêkê di vî şerî de 21 çete hatine kuştin. Her wiha maşîneke bombebakirî ya çeteyan, bêyî bigihêje hedefa xwe ji aliyê şervanan ve hat teqandin.
Çeteyên DAIŞ‘ê li du kolanên li ser rêya Cerablûsê û taxa El Siripê hatine dorpêçkirin û li vê derê di navbera wan û şervanan de şer diqewime.
Li Minbicê bi sedan sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bi sedan sivîlên din ên li navenda bajêr ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve dîl hatibûn girtin, rizgar kirin.
Ev sivîl li herêmên li taxa El Sirib û ser rêya Cerablûsê yên li rojhilat û bakurê bajêr hatin rizgarkirin, ji ber li van deveran şer dewam dikir şervanan ew birin herêmên ewle.
Çeteyên DAIŞ‘ê yên li navenda bajarê Minbicê hatine dorpêçkirin, sivîlan ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin.