HPC Xebatên xwe li gorî rêgezên ‘parastina rewa’ dide meşandin. Ev hêz li kantona Cizîrê meclîsa xwe ya leşkerî ava kirin, di xebatên parastinê de piştgiriyê didin Yekîneyên Parastina Gel û hêzên Asayîşê.
Ji komînan destpê kir
Li kantona Cizîrê ya Rojava di destpêka avakirina komînên tax û gundan de, komîteyên bi navên ‘Komîteyên parastinê’ di hundirê wan de hatin damezirandin. Peywira van komîteyan ew bû ku welatiyên komînê ango welatiyên taxê û gund xwe biparêzin.
Çavdêrên ku rewşa Rojava dişopînin dibînin ku di rewşeke ku Sûriye di aloziyeke mezin re derbas dibe û li gelek herêman şer bi dijwarî heye, pêwîstî bi hebûna komîteyên wiha heye.
Her çend komîteyên parastinê yên komînan dibin komîteya parastinê ya taxê de ne, bi heman hawî komîteyên taxan jî dibin hêza parastina bajêr de ne. Hêzên Parastina Cewherî jî ji Hêzên parastina bajaran pêk tê.
Hêzên Parastina Cewherî yên bajarên kantona Cizîrê ji kom, tîm û tabûran pêk tên, li her bajarekî konferansên xwe li dar xistin û meclîsên xwe yên leşkerî ava kirin. Meclîsên leşkerî yên bajaran ji 9 kesan pêk tên.
Di 23’yê Adara 2015’an de HPC´ê konferasa xwe ya li ser asta kantona Cizîrê li dar xist û têde Meclîsa Leşkerî ya Kantonê ava kir. Girêdana vê meclîsê yekser bi meclîsa leşkerî ya bajêr ve ye. Her tîm, kom û tabûra HPC´ê heftane civînên xwe lidar dixe, raporên xwe yên heftane pêşkêşî meclîsa leşkerî ya bajêr dike, ev meclîs jî raporan mehê carekê radike Meclîsa Leşkerî ya kantonê.
Hemû pêkhate endam in
Di nava refên Hêzên Parastina Cewherî de endamên ji hemû pêkhateyan ku baweriya xwe bi pêwîstiya parastina rewa û avakirina civakeke azad û demokratîk tînin, hene. Her kesekî/e ku temenê wî/wê ji 18 salan zêdetir be, ji mafên wî/wê ye ku bikeve nava van hêzan û perwerde bibe.
Ev hêz bi awayekî dildarî xebatên parastinê didin meşandin bêyî ku pereyan ji tu aliyan werbigrin, armanca wan parastina xak û gelê herêmê ye. Di aliyê rêxistinî de zêde cudahiya wan ji hêzên Asayîşê tuneye.
Şehîd jî dan
Hemû kesên ku cihê xwe di nava van hêzan de girtine, perwerdeyên siyasî, leşkerî û bîrdozî dîbînin. Derbarê çawaniya danûstandin û şêwazên wan bi welatiyên taxan re jî perwerdeyan dibînin.
Hêzên Parastina Cewherî yên Kantona Cizîrê ji destpêka avakirina xwe ve, ewlehî û aramiya bajarên kantonê parastin, ji bilî xebatên xwe yên di nava bajaran de, beşdarî eniyên şer bûn û piştgirî dan hêzên YPG û YPJ’ê jî. Di pêngava rizgarkirina bajarokê Til Hemîs û Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de 2 endamên wan jiyana xwe jidest dan.