Di êrîşên hêzên dewletê de tendûrên welatiyan jî hatin hilweşandin, lê jinên hezexî çareserî di nanê sêlê de dîtin. Jinên ku ji bo jiyanê ji nûve avakin, zend û bendên xwe badan, li taxa Turgut Ozalê li ber malekî li hev civiya ne, bi yekitiya ku avakirine hem pêwîstiyên rojane pêşwazî dikin, hem jî bi rêbazên alternatîf li ser piyên xwe disekinin. 
Jinên di nava hefteyê de tên gel hev, bi hev re nan û kadeyan ji bo malbatên xwe çêdikin. Malbatên koçer ên ku bi hev re dijîn, her çîrokeke wan rastiya dîroka gelê kurd careke din radixin ber çavan. 


 ŞIRNEX