Welatiyên navçeyê diyar kirin ku dûxana ji fabrîqeyê derdikeve wan nexweş dike û xwestin fabrîqe bê girtin. Welatiyan anîn ziman ku hin caran ser bajar dibe wekî ewrê reş û nikarin bêhnê bidin û bistinin. Welatiyan da zanîn ku bêhna qirêj û gaza qirêj nexeşiyên akût û kronîkê li ser wan çêdike û nexweşiyên astim, bronşit û kronik zêde dike. Şeniyên taxê bertek nişan dan û gotin "Navçeya Erdîşê welatê bê xwedî ye" destnîşan kir kirin ku ji ber hewa qirêji dibe hemû bax û bostanê wan jî nexweş dikev û tenduristiya her tiştî xera dibe. Welatiyê bi navê Yunus Can, Siddik Demîr û Metîn Akyuz, diyar kirin ku dûxana ji baceyên fabrîqeyê derdikeve derdorê zêde qirêj dike û ev qirêjî bandorê li ser tenduristiya hemû giyanê dike.Welatiyan da zanîn ku wan serî li hemû rayedarên dewletê û rêveberiyên herêmî dane, lê heta niha tu gav nehatine avetin.


Derdorê zêde qirêj dikin

Midûrê Zabiteyan ê Şaredariya Erdîşê Ferhat Çiftçî jî anî ziman ku dema di sala 1997'an de şantiye hat avakirin wê demê li herêmê niştecih tune bûn û qadek vala bû. Çiftçî, da zanîn ku berî erdhejê plana wan a ku cihê şantiyê biguherin hebû, lê piştî erdhejî plan hatin guhertin.
Serokê Komeleya Derdorê ya Wanê (Van Çev-Der) Alî Kalçik, diyar kir ku ocaxên kevir û betonê derdorê zêde qirêj dikin û zerarê didin xwezayê. Kalçik, da zanîn ku şandiyên Asfaltê zerarê didin tenduristiya mirovan. 

DÎHA/WAN