Bi darvekirinê re rû bi rû ne
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, di 25’ê Nîsanê de der barê siyasetmedarên kurd ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn daxuyanî dabû û hatibû gotin ku cezayê îdamê ji 59 girtiyên siyasî re hatiye birîn. Girtiyê bi navê Simko Xurşîdî ku di girtîgeha Dizilabad ya Kirmanşanê de dimîne, bi îdiaya li hember Xwedê derketiye û bûye endamê partiyeke kurd, cezayê îdamê lê hatibû birîn û di 17’ê Nîsana 2014’an de hatibû îdamkirin. Piştî ku Hasan Ruhanî bû serokomar 3 siyasetmedarên din jî hatibûn îdamkirin.
Bi Ruhanî re îdam zêde bûn
Beriya ku Ruhanî bibe serokomar soza ku dê îdaman rawestîne dabû. Lê piştî ku Ruhanî di 15’ê Hezîrana 2013’an de bû serokomar îdam zêde bûn, ji serê salê heta niha li Îranê 176 kes hatin îdamkirin. Sala par di nav welatên cîhanê de herî zêde li Îranê îdam çêbûn û sala par 16 siyasetmedarên kurd hatin îdamkirin û ji 20 girtiyên siyasî yên kurd re cezayê îdamê hatibû êrêkirin. Her wiha cezayê îdamê ji 39 aktîvîstên olî yên kurd re jî hatibû birîn.
NAVENDA NÛÇEYAN