XEBATKAR RAPERÎN/XURBET TALLΠ / ROJNEWS/MEXMÛR

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku 13 hezar kes lê dijî ji 17´ê Tîrmehê ve di bin ambargoya PDK´ê de ye. Piştî ku li restoranda Huqqabaz a li Hewlêrê xebatkarên MÎT’ê hatin kuştin, PDK’ê rêyên kampê li şêniyan girtiye û ambargo daniye ser kampê. Dixtor Medya ku ji salên 1993’yan ve xizmeta tenduristiyê dide penaberan û niha jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) vê xizmeta xwe didomîne, li dijî ambargoya li ser wargehê peyivî.

Li hemberî êrişan bêhelwestî

Dr Medya nerazîbûn nîşanî bê helwestiya sazî û dezgehên pêywendîdar da û got; “Piştî ku DAIŞ’ê êrişî vê herêmê kir, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hikumeta Iraqê destê xwe ji herêmê kişandin. Ji wê rojê heta niha pêwîstiyên gel yên di beşa tenduristiyê de weke derman, anîna erzaq, dayîna perwerde, parastin û hwd, pir lewaz bûn. Di heman demê de ev cara sêyemîne dewleta Tirk bi balefirên şer êrişî wargeha Mexmûrê dike, Hikumeta Navendî ya Iraqê, Hikumeta Herêma Kurdistanê û her wiha Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî vê bêdeng in, û bê helwest mane.”

Gelek nexweşên giran hene

Dr. Medya di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bi taybet piştî çalakiya li bajarê Hewlêrê çêbûyî, ji aliyê PDK’ê ve rê li çûyîn û hatina xelqê wargeha Mexmûrê hatiye girtin, ev rêgirtin bandorek neyînî li ser nexweşên li wargehê çêkiriye û got: “Ji ber ku gelek nexweşên giran hene ku em nikarin li vê derê tedawiya wan bikin, em berê wan didin Hewlêrê. Lê bi girtina vê rêyê re nexweşên lezgîn, ji nîvê rê tên zivirandin. Ev jî dibe sedema xeteriya jiyana wan kesan. Çend roj beriya niha du jinên ducanî ku pêwîstbû biçûna nexweşxaneyên Hewlêrê, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve li saytereya bi navê Zûrka ve hatin rawestandin û bi hincetên vala ku ti bingeha wan tineye, hatin zivirandin. Bi vê zivirandinê re pitikên wan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha nexweşeke din ku nexweşiya apantîzê pê re hebû û pêwîstbû biçûya Hewlêrê, ew jî di seyterê de rawestandin û apantîza wî di zik de teqiya. Piştre destûr dan ku biçe nexweşxaneyê.”

Banga lezgîn

Dr. Medya di dawiya axaftina xwe de xwest ku tenduristî nekeve bin bandora siyasetê û ev bang kir: “Banga min bi taybet ji bo UNHCR, tixtorên sînornenas û saziyên peywendîdar yên ku alîkariya mirovî dikin, herwiha ji bo sazî û destgehên mafê mirovan yên ku xwe wek demokrat didin pêş û xwe weke mirov dibînin ev e; pêwîste li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Ji bo ku ev rewşa ambargoyê ya li ser wargehê rabe, rojek ji roja din zûtir dawî li vê rewşa xirab bînin.”