Hunera nexşandina têlkariyê ya aîdî herêma Mêrdînê ye û heta diçe Beriya Îsa 3000 salî. Niha li navçeya Midyadê tenê 5 hosteyên wê mane. Her çiqas hunera nexşandina zîvî li Rojhilata Navîn derketibe holê û dem bi dem hatibe çêkirin jî, lê warê wê wek Midyadê tê zanîn. Nexşandina têlkariyê ya wek hunera bav û kalan tê zanîn, bû qurbanê sanayiyê ye. 


Berê ser sedî ataloye hebûn 

Dema behsa Mêrdîn-Midyadê tê kirin têlkarî tê bîra mirov û nexşandina hunera têlkariyê ya xwedî rabirdûyeke 5 hezar salî ye, êdî bi tunebûyînê re rû bi rû maye. 

Li Midyada ku berê zêdeyî 100 atolyeyên têlkariyê lê hebûn, bi piranî li ser esasên hoste-şagirtiyê dihat hînkirin. 


Ji neçarî dev ji kar berdidin

Li herêma Midyadê nivşê ku bi hunera têlkariyê mezin bûn, piraniya wan atolyeyên xwe girtine. Yek ji wan atolye û hosteyên mayî Melek Akyol e û bi keda destmiziyî li dijî makînebûnê li ber xwe dide. Ji ber rewşa karê wan pir nebaş e, Akyol dem bi dem dadikeve atolyeya xwe yî li bin dikana wê û li vir piraniya dema xwe bi nexşandina têlkariyê re derbas dike. Akyol a ku berê ji bo bi sedan kesî hostetiya têlkariyê dikir, gelek şagirtên wê ji ber kêmaniya karî ji neçarî dev ji kar berdane. Lê niha ew jî tevî kurê xwe, wê pîşeya ji bavê xwe dewr girtiye hewl dide jîndar bike. 


Bi sebr û kedekî mezin

Akyol a ku li atolyeya xwe bi usûla berê nexişkariyê dike, bi piranî bi makîneyên ku bi hêza mirovî dixebitin berên xwe diafirîne. Hoste li atolyeya xwe zîvê 950 eyarî bi tenekan li nav agir dihelîne. Piştî zîv nêzî 20 deqîqeyî li nav agir dihele, li nav dereceyê tê rijandin û hoste wê vediguherîne qalibekî. Piştî qalib dicemide hoste zîvê bi qasî 10 cm’yî dixe makîneyê û dike 2 metre. Hoste heman qalibî bi qasî mîlîmekî zirav dike û pişt re zîv bi qasî mûyekî zirav dike. Pişt re zîv dîsa di gelek merheleyên nexşandinê re derbas dibe û herî dawî bi hevzeliqandina têlên zirav re, teşeyekê werdigire. Di hunera telkariyê de ya li hinan wek amûrên diyariyê vedigere û ya li hinan jî wek xişr û zînetan vedigere, taybetiya herî mezin ew e ku bi sebrê tê nexişandin. Piştî motîfên bi sebrê tên nexişandin, têlkarî tên amadekirin. 


‘Ne tenê pîşe ye, nirxeke me yî dîrokî ye jî’ 

Akyol ji ber kêmbûna eleqa û ji ber nehatina turîstên xwecihî û biyanî bi gazinc e û anî ziman ku berê eleqa zêdetir bû. Akyol anî ziman ku, ji ber sanayîbûnê ev 7 salên dawî ye pîşeya wan bi tunebûnê re rû bi rû maye û got, wê çend sal şûn de ev pîşe bi temamî tune bibe. Aykol got, “Em xwedî li nirxên xwe dernakevin” û wiha axivî:”Her diçe hunera têlkariyê bi paş ve diçe. Berê li Midyadê bi sedan atolye hebûn. Hemûyan dev jê berda. Niha tenê 5 atolye hene. Carinan em dikanê çawa vedikin, wisa jî digirin. Em siftehê jî nakin. Ev tenê ne pîşeya me ye, nirxeke me yî dîrokî ye jî. Lê belê, çend sal şûnde hûn ê di vê qada hunerî de hosteyekî têlkariyê jî nebînin. Piştî makîne derketin, yên tên çêkirin wek neqişandina me yî bi destan nabin. Divê xwedî li vê hunerê bê derketin.”

 MÊRDÎN