Ev mijareya hokirindayînê, çawa bi Tirkî dibêjin “algi yaratmak”  mijareyeke pir girîng e. Lê ji bo ku hin derdor vê mijarê wek dijberiya serxwebûnê nebînin, hima bêjim: Serxwebûn, xweserî, azadî, dewleta bi rêveberiyeke demoqratîk mafê gelê Kurd û gelên Kurdistanê ye. Ti Kurd jî li dij azadî û serxwebûna gelê Kurd nine. Bes hin dek û dolap hene!

Mirov dikane bi hokirine hin tiştan bi mejî bide ji bîrkirin, yan jî fêrkirin. Mînak: Tedawîya hin formên nexweşiya tînîtusê (xuşiniya guh) bi vê metodê dibe. Doxtor amûreke elektronîkê ku heman dengî hê bi hêztir derdixe, dide nexweş, piştî mehekê mejî xwe li ser dengê wê amûrê konsentre dike û xwîşîna guh ji bîr dike. Ango mejî ji manîplasyonê re amadeye. Jixwe mejî amade neba, ewqas mirovên fanatîk û xwînxwar nedihatin afirandin. Piraniya ajalên di sîrkan de tên bikaranîn jî li gor vê metoda hokirinê tên amadekirin.

Pisporên dagirkeran bi gelek metodên cûda, xwerû jî bi azînên hokirindayînan dixebitin, da ku hin armancên xwe bi rêya manîpulasyonan di serê mirovan de bi cîh bikin. Bi taybetî jî gelek metaforên hokirindayinan bikartînin. Lewma hewl didin ku tevahiya çapemeniyê di bin kontrola xwe de bigirin, bi rêya wê hin hokirin û têgihîştinan bi gel, netewe û bi gişti bi mirovan bidin pejirandin. Ji bo vê armancê jî bi taybetî hevkarên ji pêkhate, kêmar û neteweyên bindest bikartînin.

Di bîra me gişan de hê zindî ye; bi salan bi gotinên, yan jî metaforên wek: “Kurd nabe mirov! Yektiya Kurdan pêknayê! Kurd xayîn in! Kurd ne di wê astê de ne ku bikanin xwe bi rê ve bibin! Kurd ne netew in, eşîr in! Bê Tirkan/ Ereban/ Farisan dê Kurd ji birçiyan bimirin! Ji dewletê re dewlet ji artêşê re artêş divê! Û û...” di ser me de hatin. Ev wisa di mejiyan de dan rûniştin, yan jî mejî wisa bi van metaforên vala dan hokirin, her Kurd, çi xwenda çi nexwenda bi awayekî bawerkirî ev gotin wergirtin. Tevgera Azadî ne tenê li dij dagirkerî û paşverûtiyê, bi salan li dij vê hişmendiya hatî afirandin jî şer kir.

Ev demeke dirêj e. Peyva “Kurdistanê” tenê ji bo Başûr didin bikaranîn.  Gava em li mirovan guhdarî dikin, nivîsên hin derdoran dixwînin, dibînin ku her kes tenê biwêjên “referandûma Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê” bikartînin. Ti kes nabêje; “referandûma (gelê me yê) BAŞÛR, serxwebûna Başûrê Kurdistanê!” Ango têgîna Kurdistan tenê ji bo beşeke piçûk tê bikaranîn.  Dibe ji vê be, bertekên dagirkeran ne ew qas tund û êrişkar in. Mîna ku bikaranîneke wiha li gor armanca wan be, Yan jî ew vê bi zanistî teşvîk bikin!

Perçeyek vê metafora Başûr tenê wek “Kurdistan” nîşandayînê jî ev e: Her çendî ti partiyên Kurd li dij referandûm û serxwebûnê derneketiye, gişt ji bo referandûm û serxwebûnê ne jî, çawa ku hemû partî li dij serxwebûnê bin, tenê PDK û serkatiya wê Mesûd Barzanî xwedanê vê pespektîfa serxwebûnê be, bi metoda hokirindayînê bê navber tê pêşkêşkirin. 

Bi gotineke kurt û Kurmancî, çawa ku cihan tev de, yan jî ew hêz û bi gişt hêzên li pişt vê hokirindayînê bixwazin tenê Başûr wek Kurdistanê di mejiyan de bidin rûniştin û bi Kurdan bidin pejirandin, li gel wê hemû beşên din bidin jibîrkirin, bi vî awayî bibêjin “aha me kêşeya Kurd û Kurdistanê çareser kir. Êdê ev pirsgirêk nema! Kurdistan tenê Hewlêr û derdora wê ye!?”

Bi ditina min ew ruxandin û komkujiyên li bajarên Bakur bi taybetî ên li ser sînorên Başûr, wek Cizîr, Şirnax, Sîlopî, Qilaban, kujeriya Roboskî û derbiderkirinên ji wir, bi giştî xwînxwarî û wehşeta li ser Bakur, hewldanên li van bajaran gelên din bi cih kirinê, li hember wê, bêdengiya cihanê, bi taybetî jî bêdengî û têkiliyê germ a di navbera rêvebiriya Hewlêrê û Enqerê (RTE AKP) de, bi wê ve girêdayî ew helwêsta serîçemandinê ya kom, komik û partîkokên di bin siya PDK-AKP de vê gumana tenê Başûr wek Kurdistan hokirindayînê bi zelalî li ber çavan radixîne. Bi giştî wek konsepteke xapandinê xuya dike. Bertekên li dij vê jî wek îxanet, serxwebûn û dewletnexwazî tên tewanbarkirin.

Mixabin ku hima bigire ti kes hewlnade ku vê metafora tenê Başûr wek “Kurdistan” nîşandayînê û ji parçeyên din îzolekirinê, bibîne, li dij vê xiniziya hokirindayînê têkeve nava tevgerê. Tev de bi çepik, serbilindî, heta hin bi teorîyên qaşo gerdûnî di nava keft û leftê de ne ku vê metaforê di mejiyan de bidin rûniştin. Divê gelê me vê rastiyê bibîne. Rastiya Kurdistan ji her çar parçeyan pêk tê derxe hişmendiyê û li dij vê hokirindayina tenê Başûr wek Kurdistan nîşandayînê derkeve. Ango Başûr tenê parçeyeke Kurdistanê ye, ne Kurdistan bi gişti ye.