
Erbaneya ku ji aliyê Kurd û Farisan ve di dema zikiran de ji bo rîtmê tê bikaranîn, di çanda Kurdî de amûrêke girîng e. Erbane ya ji çermê heywanan û tara wê ji dara axlemûrê tê çêkirin, di nav gel de wek defê jî tê binavkirin. Erbaneya ku berê rastî eleqeyeke zêde dihat niha ji ber kêmbûna hosteyên qalîteya wan jî ne wek berê ye. Ji hosteyên erbaneyan Mehmet Karaca, anî ziman ku erbaneyên plastîk jî hene, lê belê wek yên ji çermê heywanan bi qalîte nabin. Karaca, got li Rihayê hejmara hosteyên erbaneyan ji 100’î daketiya 2’yan û anî ziman ku, ew ji zarokatiya xwe ve erbaneyan çêdike.
Çêkirina defê
Karaca anî ziman ku çêkirina erbaneyekê 3 rojên wî dibe û got: ”Di demên dawî de bi zêdebûna komên îlahiyan eleqeya ji bo defê zêde bûye.” Karaca, diyar kir ku tenê 2 hosteyên ku defan çêdikin mane û wiha axivî: “Ji ber ji nifşên nû re nayê ragihandin, pîşe tê jibîrkirin. Karekî pir bi zehmet e. Ji bo çêkirina defeke baş çermên karik, mî û bizinan rojekê di nav avê de tê sekinandin. Piştî ji avê tê derxistin, bi toza mîna heriyê mûyên wê jê tên kirin. Piştî karên hişkirinê dubare di nav avê de tê rawestandin. Tar tên amadekirin, helqeyên wê tên bicihkirin. Paşê jî em tara wê dixemilînin. Bi halê dawî jî em berpêşî firotinê dikin. Yên ji çerm tên çêkirin têkûztir in, lê yên plastîk ne wisa ne.”
RIHA