Parêzer Sînan Zîncîr got ku di mejûyê wan de şablonek heye û li gorî wê rojnamevanan digirin. Zîncîr destnîşankir ku li holê tu delîlên hiqûqî tunene û ji binçavkirin heta girtinê bi her avayî bêhiqûqî hatine jiyîn. Zîncîr, da zanîn ku tekane delîla ku bûye sedema girtina rojnamevanan guhdariyên telafonanin û got ku di salên 90’î de jî ev qas rojnamevan nehatibûn girtin. Zîncîr wiha domand: “Ji rojnamevanan re dibêjin; hûn endamê KCK’ê e û hûn li ser telîmat Ocalan nûçeyan çêdikin. Lê ji bo vê yekê piştrast bike di destê wan de tu delîl tuneye. Tenê gotinên şahidê veşarî heye. Li gorî gotinên wî pirs hatine amadekirin.


‘Qirkirina hiqûqî’ 



Parêzer Ayşe Acinikli jî ku tevli pêvajoya binçavkirina rojnamevanan bûye diyar kir ku rojnamevan ji ber nûçeyên xwe tên darizandin û rewş wekî “Qirqirina hiqûqî” bi nav kir.
Acinikli, axaftina xwe wiha domand: “Biryara veşariyê danîne ser dosyayê. Ev jî derhiqûqiye. Tu miwekîlên me niha nizanin ji ber çi hatine girtin. Ev hiqûqek çewaye.”


‘Destûr nedan me’

Parêzer Murat Karadag ku di dema serdagirtina bûroya DÎHA’yê ya Stenbolê de li wir amade bû bi heman şiklî bertek nîşan da û wiha axivî: “Di dema serdagirtinê de bi dehan polîsan êrîş li bûroyê kir. Divê di bin çavderiya parêzaran de lêgerîn pêk were. Lê tu destûr nedan me. Hin belge nîşanê me dan. Em nizanin ka wan anîbû an ji bûroyê derketine. Me ev yek nîşe kir û belge îmze kir.

DÎHA/STENBOL 




Ji saziyên başûr şermezarî


Li Herema Federal a Kurdistanê girtina rojnamevanên Kurd ku li Tirkiyeyê di bin navê “KCK’ê” de hatine girtin daxuyaniyan hat şermezarkirin. 

Piştî ku li Tirkiyeyê di 20’ê kanûnê de 36 rojnamevanên Kurd hatin girtin nerazîbûnên li hemberî vê yeke jî pêl bi pêl belav dibin. Li Bajarê Silêmanî û navçeya wê Raniyayê, her wiha li navçeyên Hewlêrê Diyana û Soranê di vê çarçoveyê de çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li Silêmaniyê çalakiya nerazîbûnê li Qehwexaneya Kultûrî ya Silêmaniyê pêk hat. Li ser navê komê Alî Fetah daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir li gorî agahiyên di destê wan daye 42 rojnamevan tenê li dozgeriya bilind a Sitenbolê hatine desteser kirin û ji van 36 rojnamevan hatine girtin. Fetah di berdewamê de dastnîşan kir ku divê li hemberî van pêkutiyan tu kes bêdeng nemîne û banga piştgiriyê kir.
Li Bajarê Silêmanî yê Herema Federal a Kurdistanê jî bi heman mebestê çalakiyek hat lidarxistin. 6 rojname, 3 tv., 2 kovar, Radyoyek û Rêxistina Civaka Sivîl Sentera Mîtro ku piştgiriyê dide rojnamevanan, bi 12 sazî hatin cem hev û girtina rojnamevanên Kurd yên li Tirkiyeyê hatine girtin şermezar kir. Di daxuyaniya li ser navê saziyên çapemeniyê hatiye dayîn de hat xwestin ku Tirkiyeyê nasnameya Kurd nasbike û banga bapiştgiriyê hat kirin. 

Saziyên piştgirî dane rojnamevanan 

Rêxistina Civaka Sivîl Sentera Mîtro, rojnameyên Awêne, Çetir, Komel, Rêgayî Azadî, Hawlatî, Tirûske. Televîzyonên KNN TV. Peyam TV. Zehmetkêşan TV, Radiyoya Newa, Kowarê Livîn û Hawdem.

Li navçeya Raniyayê jî bi heman mebestê daxuyaniyek hat dayîn. Komek rojnamevan di bin barîna baranê de hatin cem hev xwestin ku dewleta Tirk dawî li operasyonên girtin û binçavkirinê bîne. Her wiha di daxuyaniyê de hat xwestin ku rojnamevanên hatine girtin jî bên berdan. 

Li Hewlerê jî nerazîbûn

Di vê navberê de li navçeya Diyane û Soran ya girêdayî bajarê Hewlêrê rojnamevan û Sendîkaya Rojnamenûsên Kurdistanê “KJS” çalakiyê nerazîbûnê pêk anîn. Bîroya Soran ya ‘KJS’ê êrişa liser çapmeniya Kurdî şermezar kirin. Daxwaz kirin ku li Tirkiye yê herkesek bibe nûnçe gihan jibona ku rastiya li Tirkiye yê tê jiyan kirin ji rayê giştî re bi bêjin. Rojnamevan ji Ako Akoyî got: “Girtina rojnamevan û li Tirkiye yê ev reşbgîrîye û bêyî pîvan herkes tên desteser kirin.”


SERBAZ SÎYAMEND - DÎHA/SILÊMANΠ 




Rojnamevanan şermezar kir

Komek rojnamevan û rewşenbîren Herêma Federel a Kurdistanê, êrişa li hemberî ‘çapemeniya azad’ ya li Tirkiye û girtina rojnamevanan bi tundî şermezar kirin.  
Berpirisê Dezgeha Zarî Kurmancî Ferhan Cewher bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Ev kiryara dewleta Tirkiyê ya dûrê huqûq û mirovahiyê şermezar dikin. Polîtîkayên dewleta Tirk a li dijî siyasetmedar, rojnamvan û rewşenbîrên Kurd dike bi rasti xetereke pir mezine. Niha li Tirkiyê bîr û rayên azad tê binpêkirin.”


Rêveberê Radyo ya Zarî Kurmanci Hejar Alî jî êrişa li ser çapmeniya Kurdî ya li Tirkiye yê protesto kir. Alî pêşniyar kir ku rojnamevan, rewşenbîr û kesayetên navdar ên Kurd helwestê li dijî van operasiyonan nişan bidin. Divê bi rêya xwepêşandan û kampanyayan zextê bixin ser dewleta Tirk. Divê li Kurdistanê û li derweyî Kurdistanê jî Neteweyên Yekbûyî bixin dewrê da ku rojnamevanên Kurd bên serbest berdan.
Rojnamevan Kovan Îzet jî da zanîn ku ew karê ku Dewleta Tirkiye niha encam dide destpêkê bi girtina endamên BDP destpê kir, niha jî bi şêwazeke din didomîne ku ew jî bi girtina rojnamevanên azad e û wiha axivî: “ Dewlet tevahî qanûnan ji bo binpêkirinê bikar tîne. Dixwazin dengê Kurdan bibirin. Bi van girtinan dewleta Tirkiye maf û azadiya bîr û raman jî bin pê dike. Ev kiryarek diktatoriye û karekî faşizmê nişandide.”

Rojnamevan Dilşad Mîrawdelî jî wiha got: “Rojnamevanên azad jî li Tirkiyê ev erk pêk dianîn. Lê belê dewleta Tirk li hember vê yekê bê tehemmul nêzîk bû. Van êriş û operasyon li dijî demokrasiyêne. Binçavkirin û zîndanîkirina rojnamevanan raste rast antî demokratîkbûna dewleta Tirk nişan dide.”