Nivîskar û aktîvîstên li Wanê beriya sê mehan Komeleya Lêkolînên Çand Huner û Ziman (DÎSA-DER) ava kir û dest bi karên li ser zimanê Kurdî kir. Lê belê hîn di hefteya destpêkê de li dijî DÎSA-DER’ê operasyon hate kirin û rêveberên wê hatin girtin. Komele, tevî zext û astengiyan jî karê xwe dike.

Hevserokê DÎSA-DER’ê Salîh Sertkal got, ev sê meh in dikandar, karmend, parêzer, endezyar, doktor û xwendekarên zanîngehê jî beşdarî atolyeyan dibin. Sertkal got, dawiya hefteyê ji bo zarokên 10-14 salî du atolyeyên wan hene.

 

WAN