Van rojan wekî lehengê çîroka Hesênê Metê Darînê Daryo, dudilîtiyeke ku xulqê min teng bike, min bitengijîne bi vir de wir de, bi min re peyda bû. Mîna heman lehengî ez jî, geh berê xwe didim mitbexa bi feraxan mişt, geh di odeyên di zikê şiqê de dertêm ‘piyase’yê. Li odeya mezin odeya mêvanan -ji mêvanan bêtir kufletê malê lê dirûnin-li ber sûretê Cegerxwîn û Ehmedê Xanî, suretên bi hîmê rengzere ve hilavistî, çit disekinim û xar-xar xayîzkî, bi awirine mişt gilî geh li Xanî, geh li şagirtê Xanî Cegerxwîn dimeyzênim. Seydayê ku bi qapanî, ji tehêlekê li objektifê neriyê, mîna qerfê xwe bi min bike, di bin çavan re li min dinêre û bi serê lêvan bi min re dibişire. Ez jî xwe bi tehêlekê dikim û lê dinerim: Ew, çavên xwe naqurmiçîne, ez jî çavên xwe ji çavên wî nadim alî û demeke dirêj zoq zoq, li çavên wî yên mîna du stêrên hêviyê bi çurisîn, dinêrim.
Zanim; li ser vî dîwarî be jî Seyda zorbextewar e ku ew seydayê xwe li ser vî dîwarê odeya mala min li rex hev in.
Bi min Xanî kal e, Cegerxwîn nevî ye. Nevî ye; ji ber ku nevî bo kalê xwe gotiye, ‘Ne pêximberê me ne Mezdek û Manî/ Yek rêberê me heye; Ehmedê Xanî’.*
Di ber xwe de bi qasî ku dengê min biçiyê, dibêjim, ‘heke te Xanî wekî rêber hilbijartibe, me jî da dû te, Seyda’!Piştî vê xeberê rengê bextewariyeke bêpîvan beyara rûyên wî dide ber xwe. Ez ê keribî, mîna ku hilma min hatibe ber min, bîhna min hebekî fereh bibe; çavên xwe ji çavên wî yên kespî vedidizim, awirên xwe dadigerînim ser sûretê ji yê wî hinekî banîtir: Xaniyê ku xameyê di destê xwe de bi ser lêvên kaxiza spî de xwar kiriye, mîna ku bibêje ‘ Ez seydayê wî me, ew jî yê te’, ji jor ve, bi temtêla maqûlekî ku xema xwe ya 300 salî nexwaze bide der, li min dinere, û dibêje:
Rehmê ku dikin, ji rengê roj in
Qehrê ku dikin, cîhan disojin**
Jixwe dilê min disoje, kalê kalê min’ dibêjim û berê xwe didim odeya ku min navê ‘odeya rojê’ lê kiriye.
Peyvên kalo ji bedêla ku hineke av li dilê min ê sotî bikin, agirê heyî gurtir dikin.
Çima dibêjim, çima rehmeke wisa û qehreke wisa?
Bi hêviya ku çixareyeke kerba min hebekî dapiçîne, destê xwe davêjim heste. Berî ku vexim û dû bi ser serê xwe bixim, ji odeya bi tîhna roja navrojê tîhndar, vedigerim ber herdu suretên bi dîwêr ve. Ewil li Cegerxwîn dinerim, paşê li Xanî. Bi dengekî mişt gilî, gunehkariya xwe li çarînayekê bar dikim:
Me got em jî diakar bin
Ji sefartiyê ne bêpahr bin
Di dîwana Ûryan’an de
Li rex Feqî û Hejar bin.***
Nizanim…gelo, min şairî dê bihewînin dîwana xwe?
*Cegerxwîn, Kîme Ez,Wş.Avesta
**Ehmedê Xanî,Mem û Zîn,Wş.Lîs
***Payîza Peyvê,A.Arî, Wş.Belkî,2011
Tenêvejiyeke xwe xweyî