Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku tu têkiliya tevgera wan û gerîlayên HPG’ê bi teqîna di 20’ê îlonê de li Enqereyê rû da û tê de kesên sivîl jiyana xwe ji dest re tune ye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Dixwazin vê bûyerê biavêjin ser me û dijmintiya li hemberî Kurdan zêdetir bikin, û mirovên me yên sivîl bikin hedef. Her wiha ev bûyer tam beriya hevdîtina Serokwezîrê Tirk Erdogan û Serokê DYE’yê de qewimî, ji ber wê jî ji vir dixuyê ku ev lîstokek a hikûmeta AKP’ê ye. Aşkere ye ku hikûmeta AKP’ê hewl dide ku xwe di asta navnetewî de mexdûr nîşan bide û ji bo pêkanîna konsepta ku dixwazin li hemberî tevgera me piştgirî werbigire. Her çendî tê zanîn ku em li hemberî sivîlan tu çalakî li dar naxin û armanca propaganda bi vî awayî, ew e ku şerê ku AKP’ê li hemberî hemû Kurdan daye destpêkirin, dijwartir bibe.

Bila gelê me û rayagitşî bizane ku tu têkiliya gerîlayên me yên HPG’ê tu bi bûyera di 20’ê îlonê de li Enqereyê rû da re tune ye.”

ANF/BEHDÎNAN