Tek dewlet, tek al, tek netew ketiye xeterê, tek dolar li ber bayê kasetên tek gulenciyan ketiye wek pûșê payîzê li kevir û li kendalan dikeve û li cihanê deng vedide. Çi rast e, çi derew e, tev de wek gijgêlekê tevlihev bûye. Dewleta bi krirîz, kirîza dewletê heman ziqûm û heman kurider. Tișta girîng ev e; dewleta tirk di rewșên wiha aloz de pir talûke ye. Divê xala ku em li ser ping bin ev be.
Dema tek fetulahî, tek paralêl dewlet bi guhdarîkirina telefonan, bi destên sîxwirên xwe û govanên veșartî derketin sefera Kurdistanê, bi hezaran siyasetmedarên kurd girtin, Erdogan û AKPeyî bi tek tekan yek bi yek bêrîkên xwe dadigirtin, li gel wê bi hêviya li dij Tevgera Azadî biserkevin ji vê bêbextiya wan re çepik lêdidan, Erdogan di pozisyona Fatîh de bû (ku serketa dê peyva Fatîh daniya pêș navê xwe) û ji bo xiniziya fetulahiyan her derfetên pêkan diafirandin, hemû hêza dewletê kirin xizmeta wan, kengê fetulahiyan berê tîrên xwe dan wan, hê nû bi xwe hesiyan.
Ev serkariya AKP çendî di nava gendeliyê de qirêj girtibe, ewqas jî destê wê ketiye nava xwîna kurdan, ji bo ku bikane Tevgera Azadî têk bibe, derî neman serî lêdan, heta çûn ber lingên çeteyên îslamîst jî. Çi dibêjin; “Axîna kesî ji kesî re namîne.
Fetulahî di nava hêzên nepeniya tirk de dest bi karê xwe kirin, forma birêkxistiniya xwe jî li ser esasên hêzên nepenî organîze kir. Dikevin ku wekî pîrikan tavna xwe li dar dixin. Dema Amêrîkayê komplo li hemberê birêz Ocalan pêkanî, Fetullah jî girt, bir Pansilvaniayê. Ji wê rojê vir ve ev hêza nepenî (Fetullahî) bi xwarin û vexwarina xwe ve wek parekî CIA ye. Bi alîkariya wan teknîka xwe bi pêș ve biriye û tora xwe avêiye her welatî, li wan welatên ku lê kon vegirtine, dibistan vekirin. AKPê çendî di nava gendeliyê de qirêj girtibe, fetulahî jî ewqas di nava karên sîxwirî û nepenî de xwe guhezandiye mafyayeke siyasî, lema jî ew ji kemalîst û AKPê jî talûketir in.
Dibe ku di demeke nêzik de kasetên li ser rayedarên bașûr jî di piyaseya youtubo de bireqisin. Lewre li gor rojnameya  tirk Yenî Şefeqê  fetulahiyan, 3 grûpên cihê ava kirine û ji bo sîxûrî û bidizîguhdayîna telefonên berpirsên Başûrê Kurdistanê dest bi xebatê kirine. Li gor wê nûçeyê 9 kes di vî karî de dixebitin, ew bi zimanên Turkî, Erebî û bi zaraveyên Kurmancî û Soranî dizanin, li bajarê Kerkûkê jî toreke sîxoriyê danîne. Sîxurên fethulahî heta niha guh dane telefonên 233 berpirsên Başûrê Kurdistanê ku têda Bazirgan, siyasetmedar û serok jî hene, hemû rabûn û rûniştina wan dixin bin çavdêriya xwe. Her wisa tevahiya pêywendiyên bazirganiyên navbera bazirganên kurd û tirk jî di bin kontirola wan da ne(cavkanî ANF). Bi gotineke kurt divê gelê kurd, tirk ji vê tora hêza nepenî were rizgarkirin.
Rastiya hêzên dewleta dagirkeran ev e, ji xwe netewperest û kemalîst hê ji van aliyên sentêza tirk-islam bi qirêjtir in, ew bi wê mêjiyên înkar û nijadperestî nêzîkê kêșeya kurd dibin. Ango dewleta tirk bi hemû aliyên xwe ve di nava gendelî û kirîzeke kûr de ne. Amêrîka jî di pêkanîna projeya xwe ya Rojhilata Navîn de ketiye nava pingareke bê rê. Kêliya mirov bi giștî lê dinêre, di vê rewșê de teqîn û talûkeyeke xwekuștinî dibîne. Dema dewleta osmanî ketibû rewșeke wiha aloz komkujiya Ermeniyan pêkanîbû, li pey jî berê xwe dabû kurdan. Ango dewleta tirk di rewșeke aloz û talûke de ye, divê em bi her awayî hajî xwe û rewșê hebin, ew dikanin her gavî derûdorê biherimînin.
Em dizanan Erdogan berê derket gera Ewropê, li pey jî bi Îran û Iraqê re têkilî danî, li gor TIRên hatin girtin, li surîyê jî li pey xiniziyên nû ne. Hê hefteyekê berê hevdîtina Erdogan û serfermandariyê hebû û li pey jî ew li ser formuleke dirêjkirin karê serfermandar N. Ozer rawestiyan. Di hefteya derbasbûyî de tevgera li sînor ser xeta Roboskiyê wek ceribandinekê xuya kir, dîsa lo gor nuçeya ANF li Geverê dest bi lêkirina bircên ewlekariye û kolana kozik û sîperan kirine, balafirên wan bê navber li Zabî ji bo raçavandin û lêkolînên leșkerî difirin. Ev tev de nîșaneyên talûke û metirsiyan in. Dibe ku ew bi șereke nû bixwebitin ku ji vê krîza dewletê rizgarbin. Divê em ji her teqînê re amadebin.