
Serketina DAIŞ´ê ne surprîz bû
Li ser pirsa ka gelo serketina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li Iraqê bûyereke kes ne li bendê bû yan mirov dikarî hesabê van bûyeran bike, Schmidinger bi rehetiyeke darîçav dibêje, wî ya rastî hesabê wê dikir ku piştî tepisandina tevgera mixalefetê ya sunî li Mûsilê û deverên sunî yên Iraqê ev dever bi rengekî pişta serhildaneke suni bikin û li van deveran DAIŞ bi hevkariya bi eşîrên sunî yên ji mêj ve nerazî ji siyaseta serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî û baasî yên kevin bi lezeke nedîtî bi ser kevin. Li gorî Schmidinger DAIŞ ne xwedî hêzeke ewqasî mezine ku van deverên di warê eskerî de li wan bi ser ketî demeke dirêj kontrol bike û eşîrên Ereb û Baasiyên kevin wê di birêveberiya van deveran de bi dewreke girîng rabin. Ya Schmidinger ne li bendê bi xwe ew bû ku artêşa Iraqê evqasî zû bişke û tevahiya sîleh û cebilxaneya xwe ji DAIŞ´ê re hişt.
CIA têk çû
Surprîzeke din ji bo wî matmayîn û neamadebûna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bû. Li gorî wî rêxistina îstîxbarata Emerîkî (CIA) li Iraqê bi tevahî bi bin ketiye. Schmidinger piştî ku dibêeje ew ne pispor e di miara îstîxbaratê te fikra xwe ya der barê mijarê de weha îfade dike: „Bi min waye ku êdî ew lehiyeke agahiyan dide ser wan û nizanin çawa van agahiyên bêhed û bêhesab binirxînin. Di heman demê de diyar e ku li Iraqê ne xwediyê strukturên baş ên îstîxbarî ne.”
Rewşa dawî û statuya Kurdan
Li ser nîqaşên di biwara serxwebûna Kurdistanê de jî Dr. Thomas Schmidinger hewce dît bibêje, wî timî tercîhkiriye pirsgirêka Kurd bi xweseriyê û di nava sînorîn dewletê heyî bi demokratîkbûyîna wan çareser bibe. Sedema wê jî ji bo wî li aliyekî dewletên heyî yên neteweyî ne û li aliyê din jî yeknebûna aktorên siyasî ya Kurd e. Schmidinger îşaret bi jihevdeketina defakto ya Iraqê kir û weha pêde çû: „Îhtîmal kêm e ku artêşa Iraqê deverên ji dest çûne ji nû ve bi dest bixe, dîsa îhtîmal kêm e ku DAIŞ Iraqa mayî dagir bike.Iraq halê hazir defakto dabeş bûye li sê parçeyan. Heke ev rewş demeke dirêj dewam bike, hingê zehmet e mirov li bendê be ku DYE û civaka navneteweyî ji Kurdan bixwazin di nava Iraq jihevdeketî de bimînin. Ev ê hîna çend mehan dewam bike, lê belê ez fêm dikim ku Mesûd Barzanî wê bixwaze kêliyê bi kar bîne û di nava çend hefte yan jî mehên bê de serxwebûnê ragihîne.” Schmidinger dibêje, lê belê ev e pirsgirêkên Kurdan çareser neke, lewma deverên sînor ên ji Kurdistanê qutkirî û li ser wan li hev nehatî kirin xwedî potansiyeleke xurt a aloziyê ne. Rewş û çarenûsa deverên Tirkmanan û Xirîstiyanan, rewşa Kurdên Feylî li başûrtir û statuya Şengalê jî li gorî Schmidinger ji wan pirsgirêkan in ku wê çareseriyekê zehmet bikin. Bi ser dejî cîrantiyeke mihtemel a bi DAIŞ´ê re jî ji bo Kurdistaneke serbixwe ya siberojê ne ji xeberên xweş e.
Li ser pirseke di biwara helwêsta dewletên cîran û hêzên navneteweyî de Dr. Thomas Schmidinger bi bîr xist ku Îran ji mêj ve dibêje, ew li dijî Kurdistaneke serbixwe ye. Herçî Tirkiye ev çendeke sînyalên tevlîhev dide û weha dewam kir: „Hin sinyal hene ku mirov dikare şîrove bike weke ku Serokwezîrê Tirk R.T. Erdogan dikare serxwebûna (Başûrê) Kurdistanê ya Barzanî qebûl bike, weke dewleteke tampon di navbera xwe û DAIŞ´ê de.” Dema Schmidinger got, „Elaqeya vê yekê heye bi peywendiya şexsî ya baş re ya di navbera Erdogan û Barzanî de” ya pêşî hate bîra min peywendiya baş a di navbera Erdogan û Beşar Esed de bû, ez vê fikra xwe li vir diwestînim û li mijarê vedigerim. Li gorî Schmidinger îhtîmal e Tirkiye qebûleke muhtemel a serxwebûna Başûrê Kurdistanê girêbide bi tawîzên mezin ên ji bo hindikayiya Tirkman re, weke xweseriyeke berfireh ji bo Tirkmanan.
´Cinawirê ji Tirkiyeyê ketî bi Tirkiyeyê ket´
Li ser paşxana serketina eskerî ya DAIŞ´ê, Dr. Thomas Schmidinger bal kişand ser têkiliyên mihtemel ên di navbera rejîma Sûriyeyê û DAIŞ´ê (û Cebhet el-Nusra) de û got, ji bilî vê Tirkiyeyê û hin dewletên kendavê yan alîkarî dan DAIŞ´ê yan jî qet nebe çavên xwe bi alîkariya pê re miç kirin. Weke mînak jî bi awayekî girseyî derbasbûna şervanên navneteweyî ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve mînaka Schmidinger behsa wê kir bû. Li gorî Schmidinger ev cinawirê ji Tirkiyeyê ketî êdî bi Tirkiyeyê ketiye.
Ji bo Rojavayê Kurdistanê jî Schmidinger tercîha mihtemel a Tirkiyeyê û helwêsta wê ya beramer DAIŞ´ê weha dinirxîne: „Bi awira Tirkiyeyê, PYD ya ku xwîşka PKK´ê ye, bêguman hê jî li gorî DAIŞ´ê ya xirab e. Lewma Tirkiye tevî pêvajoya çareseriyê ya giran a bi PKK´ê re jî difikire ku xweseriyeke mayînde ya PYD´ê li Rojava wê bandorê li herêmên Kurd ên li Tirkiyeyê jî bike´. Li gorî Schmidinger, ev helwêsta Tirkiyeyê dikare biguhere heke pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê serketî bi dawî bibe.
´Parçebûn Kurdan lawaz dike’
Dr. Thomas Schmidinger îşaret bi dînamîka aloziya navxweyî ya di navbera Kurdan de kir û weke mînak jî behsa helwêstên ENKS û MGRK´yê beramber hev kir û got, “ev parçebûna helwêstên aktorên cihe dikare di vê kêliya dîrokî de doza Kurdan lawaz bike.” Bi awayekî ku ji bo min jî balkêş be Schmidinger pirsa perspektîfên mihtemel ji bo Mezopotamya û Kurdistanê anî ser pirsa pêkhatina dewletên nû yên bi îstqrar û serxwebûn û xweseriyan û weha peyivî: “serketina yek yan jî gelek dewletên serbixwe wê girêdayî pirsa ekonomî polîtîka van dewletan be. Ka gelo ev dewlet wê bibin dewletên civakî û demokratîk yan bi xwe bi wê tehlûkeyî re rûbirû bibin ku ji hev de bikevin.”
´Ekonomî Polîtîk wê diyarker be´
Schmidinger fikarên xwe ji ber ekonomî polîtîka neo-lîberal a Başûrê Kurdistanê a ku rê li ber peydabûna çîneke dewlemend a bajarî û çîneke xizan a gundewarî vekir, îfade kirin û got, “ev newekheviyên civakî yên radîkal û her radîkaltir dibin, ji bo siberojê pirsgirêkeke mezin in.” Schmidinger dibêje herçî birêveberiya li Rojava ye xwedî xeteke cuda ya îdeolojîk e, lê belê di hevpeyvîna xwe ya bi Asya Abdullah re kirî li ser pirsa wî ya li ser konsepta siyaseta aborî ya Rojava, behsa fikrên sosyalîst nehatiye kirin û ev jî dike ku ew fikaran di biwara ekonomî polîtîka Rojava de jî bike. Ji bo Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê Schmidinger fikara xwe ya mezin jî tîne ziman û dibêje, li birêveberiyên ku aboriya xwe disipêrin firotina çavkaniyên xwezayî (weke petrolê) potansiyela peydabûna rejîmên otorîter jî zêde dibe.
LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN