Xanî nivîsiye, Da xelq nebêjitin ku Ekrad / Bê merîfet in, bê esl û binyad. Yanî ew dixwaze isbat bike ku întelejensiyayeke edebî ya Kurdan jî heye. Teremaxî jî dinivîse, serfa zimanê hemû miletan heye, lê ya Kurdan heta niha nîne. Yanî bi maneya, ´zanist bi zimanê me yê dayikê´ divê hebe.

LUQMAN GULDIVÊ

Profesor Dr. Michiel Leezenberg li zanîngeha Amsterdamê di beşa fîlozofiyê de bêhtir jî li ser dinya hizr û dîroka fikr a Îslamê û dinya ku Îslam lê belav e, dixebite. Wekî din yek ji giraniya wî ya lêkolînê jî li ser Kurdî ye. Ew nexasim jî dilebike bi dîroka întelektuel û hizr a Kurdan re. Wî li ser Mem û Zîna Xanî çend gotar, li ser Elî Teremaxî* û çanda medreseyên li Kurdistanê gotarek, û her weha li ser Mele Mehmûdê Beyazîdî û yên din jî gotar nivîsîne. Ew li ser Elî Teremaxî dibêje, ew nûkerek bû ji ber ku wî metnên nesir nivîsandin li aliyekî li aliyê din jî yek ji wan kesan bû ku ji bo zimanên gelan ên ku bi wan dihat peyivîn rêzimanek nivîsiye; dema ev kiriye jî gotiye, çima serfa zimanê hemû miletan hebe û ya zimanê Kurdî nebe.

Ji ber Prof. Dr. Leezenberg li ser Serfa Elî Teremaxî nivîsiye, me jê pirsî ka ev serf îro, lê nexasim jî berê di serdema medreseyan de ev serfa hanê çiqasî belavbûye li nav Kurdan; wî jî wisa li me vegerand: “Ev balkêş e. Ji ber ku heta niha li Kurdistanê çap nebûye**. Lê ez bi kîjan kesê li Kurdistanê çûye medreseyê re peyivîm, hemûyan got, wan ev serfa Elî Teremaxî ji ber kiriye. Li Bakurê Kurdistanê heta beriya bi demeke kurt jî li medreseyan, ev pirtûkeke gelekî naskirî bû. Di destpêka xwendina li medreseyan de her (fiqehî) ew dixwend. Ev kitêba hanê gava yekê ya ber bi xwendina rêzimanê yanî ser-fê bû. Di heman demê de bi awayekî balkêş ew gava yekê ya rêzimana Kurdî jî bû li cem ya Erebî.”

Ne sedsala 16´an li ya 18´an

Li ser serdema Elî Teremaxî tiştekî zêde diyar nîne, lê bi pirranî di nava Kurdan de îşaret bi sedsala 17´an tê kirin û heta weke sal jî Zeynelabidin Zinar mesela gotiye, di navbera 1591 û 1653´yan de jiyaye. Em jî pirsa ka Elî Teremaxî serfa xwe kengî nivîsiye, ji Prof. Leezenberg dikin: “Em baş nizanin kengî hatiye nivîsîn. Herçî hîpoteza min e, ez dibêjim, di sedsala 18´an de hatiye nivîsîn. Ji ber çi ez vê dibêjim, ji ber ku hin nîşan hene ku pirr eşkere dibêjin, ew piştî Ehmedê Xanî jiyaye û beriya Mele Yûnisê Erqetînî jiyaye ku di dawiya sedsala 18´an de rêzimaneke din nivîsiye.”

Em dizanin ku tesîra Elî Teremaxî li Mele Yûnisê Erqetînî gelekî bûye, ji ber wê, em pirsa wî jî ji Michiel Leezenberg dikin: “Wî kitêba Terkîb û Zurûfê nivîsiye. Ew jî xasma li ser nehwê ye, yanî ji morfolojiyê bêhtir li ser sîntaksê ye. Herçî Elî Teremaxî ye, wî bêhtir li ser mofolojiyê nivîsiye. Terkîb û Zurûfa Erqetînî di salên 90´î de bi transkrîpsiyoneke gelekî baş li Swêdê hatibû weşandin. Niha jî amadekarî hene ku li Bakur jî transkrîpsiyona wê bê kirin. Niha adetek heye ku ji nû ve ev kitêb bên çapkirin.”

   

Sedsala vejîneke întelektuel

Helbet ev yek pirseke wisa jî bi me re peyde dike; Ehmedê Xanî, Elî Teremaxî û hema piştre jî Yûnisê Erqetînî bi mijarên elaqedarî nasname û zimanê Kurdî radibin, gelo ev hema wisa ji xwe re li hev hatiye yan ev serdemeke ku êdî ji bo rûnandina nasnameyeke miletî li Kurdistanê tevgereke hizrî peyde dibe! Leezenberg zena xwe wisa bi me re parve dike: “Helbet hikûmeta Tirk roja me ya îro jî hîna îdîa dike ku zimanê Kurdî nîne, lê komek ji şêwezaran heye. Lê tiştekî ku gelekî ez ecêbmayî dihiştim ew bû ku li Bakurê Kurdistanê ew şêwezar nînin, lê gelek Kurdên min ew dîtin, haya wan baş jê hebû ka Kurdiya standart çi ye. Mînak ew konstruksiyona ergatîf di cih de dihat naskirin, tevî ku ew kes bi xwe dema dipeyive bi kar nedianî. Wî yan jî wê digot, ev Kurdiya safî ye. Îcar, heger ev bîreweriya li ser hebûna zimanekî standart heye, hingê pirsek xwe dide der, ew jî, ev bîrewerî ji ku peyde bûye. Zena min ew e ku qismî be jî, ev bîrewerî ji medreseyan maye. Vê yekê bi rastî jî di sedsala 18´an de dest pê kir û min li gelek medreseyên ji deverên cihê hevpeyvîn kirin bi mirovên ji van medreseyan, min agahiyên li ser wan xwendin, û bê îstîsna hemûyan piştrast kir ku tiştekî weke bernameyeke yan jî mufredateke Kurdî li wan hebû. Bi ya min jî vê yekê muhtemel e ku kiribe Kurmancî bi rengekî ji rengan standart bibe.”

Nûkerî belavkirina ziman e

Ev zena ku ne dûrî aqilan e, gelo wê temamtir nebûna ku mirovî berê xwe bidana Meleya Cizîrî û Feqiyê Teyran ku li derveyî medreseyan jî tesîr kiribûn û beriya sedsala 18´an jî têra xwe belav bûbûn: “Ev jî mumkin e. Helbet ew hebûn û mewlûda Melayê Bateyî jî em ji bîr nekin. Lê zena min ew e ku di sedsala 18´an de guhertineke girîng û cidî qewimiye. Lewma êdî dest pê dikin ku bi Kurdî kitêban binivîsin û Kurdî bi awayekî birêkûpêk weke zimanê dersê bi kar bînin. Yanî êdî Kurdî ne tenê zimanekî ji bo şiirê ye. Lewma şiir bi şêwezarên din li deverên din jî hebû. Guhertina muhim çi ye, tişta ku em teknîkî weke ´vernacularization´ bi nav dikin e. Ev jî belavbûna di nava zimanên herêmî de ye; yanî ne tenê zimanekî edebê, lê mesela li vir ji bo kitêbên zanistî hatiye bikaranîn. Pê re jî ev êdî nivîseke ne şiir e, lê nesr e. Bi ya min ev guhertineke gelekî girîng e.”

Prof. Dr. Michiel Leezenberg lê mikur tê ku hebûna kitêbeke bi vî rengî li ser serfa zimanê Kurdî, çend bersivan bide jî, bi xwe re bêhtir pirsan derdixe holê û wiha dewam dike: “Ji bo çi mirovan rêzimana zimanekî nivîsî? Beriya hingê Kurmancî heye, xelk pê diaxive, mirov fêrî nabin. Lê va ye, pêdviyek hebûye û hatiye nivîsîn. Beşa yekê li ser rêzimana Erebî ye, beşa diduyê jî bi heman rengî miamele hatiye kirin bi rêzimana Kurdî û Farisî re. Ya balkêş ev e ku li medreseyan Farisî jî hatiye fêrkirin. Ez dizanim ku li nav terîqetên sofiyan Farisî hatiye fêrkirin, lê bi qasî min dizanî heta hingê ne bi kitêbên rêzimanê. Diyar e ku bi carekê mirovan dest pê kiriye kitêbên weke Gulistan a Saedî xwendiye û hewl daye ku gotin bi gotin fêm bikin ka wî çi nivîsiye. Di sedsala 18´an de tişta nû çi ye, bi careke dest pê tê kirin ku rêzimana zimanên mirov bi wan dipeyivin, bê nivîsandin. Yanî serfa Tirkî, Kurdî filan hat nivîsandin. Lê weke ders yeqîn nakim ku bi awayekî zêde hatibe xwendin. Li Împeretoriya Osmaniyan sedsalekê paşê di dawiya sedsala 19´an de Farisî li cem Erebî, Osmanî û Fransî weke dersê di mufredatê de cihê xwe girt. Ev nûkeriyek bû ji ber ku heta hingê ders li medreseyan hemû bi Erebî bûn û Farisî bêhtir li Tekiyeyên terîqetên sofiyan hebû.”

 

Xanî jî Teremaxî jî Kurdî îsbat dikin

Gelo mumkin bû ku ew sedemên ku kirin Ehmedê Xanî Mem û Zîna xwe bi Kurdî binivîse, kiribin Elî Teremaxî jî rêzimana Kurdî binivîse? Leezenberg wiha li vê pirsa zehmet vedigere: “Gelekî mumkin e ku Elî Teremaxî Mem û Zîn xwendibû. Di wê çanda Medreseyê de ev mumkin e. Jixwe, Ehmedê Xanî ji bo medreseyan nivîsiye. Û li medreseyan gelek destxetên Mem û Zîna wî hene û berê jî hebûne. Her du jî pirr eşkere sedemên xwe yên nivîsîna berhemên xwe dinivîsîn. Xanî nivîsiye, Da xelq nebêjitin ku Ekrad / Bê merîfet in, bê esl û binyad. Yanî ew dixwaze isbat bike ku întelejensiyayeke edebî ya Kurdan jî heye. Teremaxî jî dinivîse, serfa zimanê hemû miletan heye, lê ya Kurdan heta niha nîne. Yanî bi maneya, ´zanist bi zimanê me yê dayikê´ divê hebe. Yanî ew di kitêbê de vê dibêje, ew tiştekî nû dike.”

Baş e, lê gelo rast e ku “hemû milet xwedî serfa bi zimanê xwe ne?”: “Na, ne bi temamî. Bi qasî ez dizanim, ti belgeyên zelal nînin ku bibêjin hingê kitêbeke serfa Tirkî hebe. Muhtemel e ku wî ti serfa modern a zimanê Farisî jî nedîtibe. Ez wisa yeqîn dikim. Ya Erebî hebû, lê balkêş e ku Teremaxî dibêje, niha zanîna bi vî yekî li ser Kurdî û bi Kurdî jî ji me re divê. Ev nûkeriyeke mezin e. Xanî û Teremaxî ji deverên şên ên piçûk tên, ji gundan in. Ne ji bajarên weke Diyarbekirê û medreseyên wê. Yanî weke medreseyên li bajarên mezin wan çand û zimanî Osmanî nasnekiriye muhtemelen.”

* “Elî Teremaxî and the vernacularization of medrese learning in Kurdistan” sala 2014´an di kovara Iranian Studies 47 / 5, rûpel 713-734 de derçû.

**Ev hevpeyvîn sala 2018´an beriya metna serfê û analîza wê ji Nûbiharê derbiçe hatibû kirin. Beriya Nûbiharê jî bi tîpguhêziya Zeynelabidin Zinar, ji weşanên Pencînar weke “Serfa Kurmancî” ya Mele Elî Teremaxî sala 1997´an li Stockholmê derçûbû. Marûf Xeznedar bi tîpên Erebî sala 1971´ê li Bexdayê jî çap kiribû.