Ev showa hanê, wisa xwendineke ji romanê ya ji rêzê nîne. Muzîkjenê ji Herne Sebastian Maier vê yekê misoger dike; pê re jî Patrick Praschma ku hunermendekî dîmen e ku hunerê dîtbarî amadekiriya ji bo showê û hunermendeke din a Kurd ji Başûrê Kurdistanê, Havîn Al-Sindy jî hevkariya hunerî dike.

Alter Wartesaal im Bahnhof Herne (Hola Payînê ya Kevin li Gara Herneyê) vê dawiya hefteyê wê li hin çalakiyên çandî û wêjeyî bike. Ji çapemeniya herêmî em pê dihisin ku yek ji van jî wê bi navê “Shots und Chai” be, bi gotin, wêne û muzîkê. Şemiyê, 16´ê Adarê nivîskara Zaxoyî ya bi Elmanî dinivîse ya ciwan, Karosh Taha wê ji romana xwe ya destpêkê bixwîne; ew romana ku ji bo romanên destpêkê yeka gelekî serketî bû ya bi navê Beschreibung einer Krabbenwanderung (Terîfkirina gereke kêvjalan).

Till Beckmann heyranê wê ye

Ev hola hanê diyar e ku bi atmosfera xwe hem bi dil wêjekaran, hem bi dilê organîzatoran û hem jî bi dilê xelkê ye, ji bo 13 çalakiyan 2500 kes çûye wir. Aktor û derhênerê Elman ê navdar Till Beckmann jî ji wan e ku holê baş dibîne. Wî Karosh Taha ya ku li bajarê Elmanyayê Essenê mezin bûye, di dema xwendineke di nava tramwayê de nas kiriye: û di cih de ecibandiye. Karosh Taha jixwe weke dengê nû yê teze yê wêjeya Herêma Ruhr li NRW (Eyaleta Westfaliya Bakurê Renê) tê qebûlkirin;  lewma ew behsa kanên komirê û madenan yên çiyê, futbol, “qehremanekî biyo Elman” nake. Till Beckmann showeke xwendinê ji romana wê Terîfkirina gereke kêvjalan çêkir; di vê showê de Korosh Taha û hunermendên din jî wê amade bin.

Performansa xwendinê tevî hunerên din

Hunermendên beşdarê vê produksiyonê li bajarê Herne pirr baş tên nasîn. Jennifer Ewert di Şanoya Kohlenpott de dilîst. Ji bo showa xwendinê wê tevî Karosh Taha ji romanê hin pasaj bijartin, ku ew ê tevî nivîskarê bi dorê ji romanê bixwîne. Zimanê performansê Elmanî be jî wê qismî bi Kurdî be. Lewma Karosh dixwaze di performansa xwe de îşaret bi kokên xwe yên Kurdî bike. Jixwe, romana wê behsa dayikeke Kurd a ciwan a bi navê Sanaa dike ku tevî keça xwe ya piçûk weke koçber hatiye Elmanyayê. Keça wê dayikê li taxeke zêde nayê nasîn a li Herêma Ruhr a bi avahiyên pirrqatî de mezin dibe. Yan jî hewl dide di bin çavdêriya malbata xwe de mezin bibe. Ev keç û serpêhatiya şexsî ya Karosh Taha eyan in: Herdu li Başûrê krudistanê tên dinê û li Herêma Ruhr mezin dibin.

Têr metafor, muzîk û projeksiyon

Ev showa hanê, wisa xwendineke ji romanê ya ji rêzê nîne. Muzîkjenê ji Herne Sebastian Maier vê yekê misoger dike; pê re jî Patrick Praschma ku hunermendekî dîmen e ku hunerê dîtbarî amadekiriya ji bo showê û hunermendeke din a Kurd ji Başûrê Kurdistanê, Havîn Al-Sindy jî hevkariya hunerî dike. Şêwekariya wê performansa zindî û projeksiyonên wê yên bi dîwarên Wartesaalê ve wê bigihîne hev. Fikra wê jî ev e: “Me xwest bi ser zimanê gelekî metaforîk ê pirtûkê re êdî resman zêde nekin”.

Buroya Wêjeyê ya Gladbecker hevkar e

Till Beckman ê ku projeyê bi rê ve dibe, ji bo fînansekirina produksiyonê karî Gladbecker Literaturbüro Ruhr (Buroya Wêjeyê ya Gladbecker a Ruhrê) qaneh bike ji bo fîansmanê. Ronja Kokott a ji vê buroyê dibêje, “Ev ji bo me bi temamî formateke nû ye” û lê zêde dike ku cih û bihevvegirêdana beşan gelekî kêfa wê aniye: “Em hêvî dikin ku bi vê careke din karibin xîtabî xelkê din bikin.” Buroya Wêjeyê ya Herne wê di performansê de bi dezgeheke xwe ya pirtûkan jî amade be.

Promiyera vê produksiyona wêjeyî û hunerî 16´ê Adarê saet 20´an li Alter Wartesaal Herne ye, lê belê 28´ê Adarê saet 19´an li Trinkhalle Bochumê, (li navnîşana Herner Straße 8) û 29´ê Adarê saet 20´an li KABÜ Essenê (li navnîşana Annastraße 51) kesên dixwazin dikarin li vê produksiyona di navbera wêje, muzîk û projeksiyonê de temaşe bikin. Dibe ku hunerên herdu Zaxoyiyan bi dilê we jî be.

 

NAVENDANÛÇEYAN

 
 

Serpêhatiya keça Zaxoyî

   

Karosh Taha sala 1987´an li bajarê Başûrê Kurdistanê Zaxo hat dinê. Ji sala 1997´an ve Karosh Taha li Herêma Ruhr (Ruhrgebiet) dimîne. Wê li Zanîngeha Duisburg-Essenê û li Kansas (DYE) Anglîstîk û Dîrok ji bo mamosteyî xwend. Ji bo romana xwe ya destpêkê Beschreibung einer Krabbenwanderung (Terîfkirina gereka kêvjalan) û serketina xwe ya wêjeyî heta niha wê gelek xelat û teşwîq wergirtine ku yên girîng ji wan em li jêr dikin rêz:

• Xelata teşwîqê ya eyaleta NRW • Namzeta Xelata Ulla-Hahn • Namzeta Xelata Teşwîqa Wêjeyê ya Kranichsteiner • Bursa LCB • Bursa Heinrich-Heine