
Mixtar* serê xwe ji kuna pencereya ku ji ber şer şikestibû derxist û zîq li deng nêrî. Mixtar ji wan çend kesan bû ku li gel şervanên bajar mabûn û tu girîngî nedabû pêla koçberan; tew her dem ji koçberîya wan tengezar dibû û di rûyê wan de dipijiqî: “Hûn ê bi ku ve herin?” “Carinan, dînîtî dibe alava vêvirandina razên gewre yên ku em ditirsin li jêr siya wan bijîn,” koçberekî ku zarokê xwe danîbû ser kolîka xwe, ev peyv li ser rûpela zimanê xwe rêz kirin. Ji roja ku Mixtar çavên xwe li vê dinyayê vekiribûn, heger merivên wî zor lê nekiribe, ew ji bajarê xwe dernediket. Tevî ku xelk guh nadin dînên xwe, lê malbata Mixtar, bi qasî pûtedana bi her heft zarokên xwe yên din, guh dida wî jî. Carekê, dema ku wî rêya xwe ya ber bi malê ve şaş kiribû û li çolê winda bûbû, merivên wî sê rojan lê gerîyabûn û dawîya dawî wan ew pêbixwîn û kerixî li nav rezan dîtibû, îcar mewlûdek ji ber vegera wî ya bi silametî çêkiribû. Mixtar herî zêde ji berhevkirina kevirên cihêreng hez dikir, kevir li ku bidîtana, ew dihepişandin berîkên xwe; hîn gava li gund bû ji vê hezkarîyê hez kiribû û paşê ew li bajarê kêmkevir domandibû. Piştî ku şer dest pê kiribû -ku ew qasî jê re ne girîng bû bê çawa û çima dest pê kiriye, hezkarîya wî ya din a ku jê hez kiribû, berhevkirina guleyên teqîyayî bû. Mixtar dibêje ku wî nod gule berhev kirine (hema çi hejmara ku dikeve ser zimanê wî dibêje). Berîkên wî her dem ji ber giranîya guleyên teqîyayî dadihelin. Gava ku her êvar vedigere malê, gelek guleyên cihêreng bi xwe re tîne; guleyên Kalaşnîkofê, ên çeka nîşangir, ên DŞKyê… lê herî zêde ew ji guleyên teqîyayî yên çeka nîşangir hez dike.
Rahişte guleyekê lê germ bû; guh neda tembîyên Nîşanbazê ku digotê dûr bikeve. Nîşanbaz, guleyeke din avêt derûdora wî lê ew dûr neket. Vê carê gule rengîn û sorsorikî bû, Mixtar ew nexist nav danhevoka xwe çi ku ew namîne guleyên din. Nîşanbaz bi jana Mixtar digirnijî: “Ha ji te re vê guleyê wekî dîyarî lê ji vir dûr bikeve heyran!” Gule hilgirt û pêş ket. “Na Mixtar!” Nîşanbaz pê de qîrîya. Guh neda qîrîna wî û çend gavên din pêş ket. Nîşanbaz careke din pê de qîrîya û guleyek berda nêzî wî. Mixtar berê xwe dayê û pêşketina xwe domand. “Na Mixtar, ka vegere ez ê têra te guleyên teqîyayî bidim te!” Mixtar zivirî, beşişî, hejhijî û dengê wî lerizî: “Na… na!” Pênc guleyan alîyê dîn ê Mixtar hilperand. Wê rojê, Nîşanbaz nikarîbû termê Mixtar bikişîne, termê wî yê sêwî bûbû sînorê di navbera helwdanên bêganan ên derbasbûna bajar û liberxwedana fedayî ya şervanên ku bûbûn kelema li pêş dagirkirinê. Segek nêzî termê Mixtar bû, “te çend caran xwarin daye van kûçikên bêxwedî lo!” Nîşanbaz ew seg li erdê dirêj kir. Mixtar ji segên bajar hez dikir û xelkê bajar çi didayê, wî jî diçû seg pê têr dikirin. Segekî din nêzî termê Mixtar bû, lê vê carê yekî har bû û reyîneke bilind jê çû dema ku Nîşanbaz du gule li ser hev lê dan. Nîşanbaz ew guleyên teqîyayî berdan berîka xwe, dema ku bû sibeh, rojê perdeya li ser termê Mixtar rakiribû; dev vekirî ye lê tijî peyv û gazin e, li kêleka termê wî, kelaşên sê segan û kitikekê hebûn -ku gavên wan ên şaş ew kişkişandin ber bi wî cîyî ve. Roja din, şervanan operasyoneke lezgîn pêk anî û termê Mixtar kişand. “Heger em termê Mixtar li wir bihêlin, dê bajar bi temamî bikeve nav lepên bêganan!” Ev bû gotina dawî ya qutebir di navbera Nîşanbaz û şervanan de. Her sê şervan ber bi sînorê cihêker ve pêş ketin, ew baş dizanin ku xwenêzîkkirina ji wî sînorî tê çi wateyê; ku armanca nîşangirên bêganan li wir e. Lê, çîroka her şervanekî bi Mixtar re heye û dê ew çîrok her dem li derîyê dilê wan bide. “Bajarê ku dînên wî ji ber metirsî û gefa bêganan biçin, dê bibe kavil û wêranî û dê her dem li ber ketin û têkçûnê be. Bajarê ku dînên xwe winda bike, bajarekî mirî û stûxwar e; dîn alîyê revok ê ji desthilatîya tirsê ne; ew in parêzvanên rastîn dema ku her kes ji ber tirsa canê xwe direve; ew in ên ku cilên gîyanê xwe diçirînin û li bende bajar dimînin ku ji nû ve kirasê aramîyê li bejna xwe bialîne,” rêber, ev gotin ji şervanên xwe re gotin dema ku niştecihên bajar ji ber gefa bêganan koç dikir, Mixtar jî di nav şervanan de rûniştibû û bi devlikenî li wan hemû tifing û şervanan dinêrî. Di operasyona kişandina termê Mixtar de, şervanek bi guleya bêganan şehîd ket, lê her du şervanên din karîbû termên Mixtar û hevalê xwe yê şehîd bikişînin û xeta agir derbas bikin. Şervanekî li esman nêrî û carcûreke sax vala kir. Di dema binaxkirinê de, Nîşanbaz guleyên teqîyayî yên her du şevên bihurî li ser termê Mixtar danîn û paşê bîst û yek gule berdan.
Wêrgêr: Evdo Şêxo
*Têbiniya wergêr: Şehîd Orhan (di çîrokê de bi navê Mixtar), yek ji dînên Serê Kanîyê bû; dînekî biaqil; dînekî welatparêz û birûmet; dînekî bixîret. Berî çar salan, dema hêzên mirinperest êrîşî Serê Kanîyê kir, Orhan li gel şervanên Kurd ma û ji bajêr derneket da ku me fêrî jîyanheziyê bike. Ev çîroka Ebas Mûsa -a ku min ji Erebîyê wergerandiye- çîroka şehîd Orhan e; çîroka vejîyandina hiş û bîrewerîya me ye.
EBAS MÛSA