Di nava kesên hatine binçavkirin de Serokê BDP’a Aydinê Necmettin Uçar jî heye. Her wiha gelek alîkarên şaredaran û rêveberên BDP’ê de jî din av de hene.


MÊRDÎN: Hate zanîn ku di serdegirtinên li navçeyên Nisêbîn, Qoser, Şemrex, Dêrîk û navenda Mêrdînê de heya niha 23 kes hatine binçavkirin. Li malên di nav de Serokê Rêxistina BDP’ê ya Mêrdîn, serokên BDP’ê yên berê, alîkarên şardedaran, endamên meclîsa gişt û endamên Egîtîm Sen’ê jî hene lêgerîn pêk hat. Hate zanîn ku li malan lêgerînekî berfireh pêk hatiye. Di serdegirtinan de deriyê mala Alîkarê Şaredara Nisêbînê Ayhan Dogan hate şkandin.
Navên 23 kesên hatin binçavkirin ev in: Serokê Rêxistina BDP’ê ya Mêrdînê Tarik Acay, Hesabgirê bajar Bedî Îçen, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar Tahîr Adal, Mehmet Tahîr Belek, Ridvan Tarhan, endamên Meclîsa Şaredariya Qoserê Osman Akkoyun, Adîl Başaran, Hamdullah Bulut, Şukran Akkoyun, Hamît Turan, Rêxebera BDP’ê ya bajar a berê Faîze Aksoy, Şaredarê Nisêbînê yê berê Mehmet Tanhan, Emîne Damar, Veysî Parilti, Serokê Rêxistina BDP’ê yê berê Alî Aslan, endamên BDP’ê Orhan Ablak, Gulsen Yildiz, Alîkarê Şaredara Nisêbînê Ayhan Dogan, Serokê Şaxa Egîtîm Sen’ê yê berê Dogan Angay, endamên Şaxa Egîtîm Sen’ê Hamdullah Yildirim, Serokê Rêxistina DEHAP’ê yê berê Cemal Veske, Seyfettîn Yavuz, Endamê Meclîsa Şaredariya Şemrexê Alî Ozkan.


RIHA: Li Rihayê jî hejmara kesên di serdegirtinan de hatin binçavkirin bû 16 kes. Di serdegirtinan de xwendekarên anadeyî û zanîngehê jî hatine binçavkirin. Xwendekarên Zanîngeha Harranê yên hatine binçavkirin Ebubekîr Dogan, Hanim Tutal, Zeynal Kaya, Taha Uçkan, Metîn Ozkan, xwendekarên lîseyê M.C.F. (15), A.T. (17), û Fadil Saritug û welatiyê bi navê Cezaîr Gunbati birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Avahiya NÇM’ê ya berê ji aliyê şaredariyê ve bi hinceta ruhseta wê tuneye hatibû girtin deriyê wê hate şikandin. Hate zanîn ku li avahiya NÇM’ê lêgerîn hêj berdevam dike.


AYDIN: Li Aydinê polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Aydinê serê sibê bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan di nav de Serokê Rêxistina BDP’ê ya Aydinê Necmettîn Uçar jî heye 12 kes hatin binçavkirin. Di lêgerînan de gelek pirtûk, komputer û rojname hatin desteserkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Aydinê.


MÛXLA: Li Mûxlayê jî pêla binçavkirinê ya duh dest pê kir îro jî berdewam kir. Di serdagirtinên serê sibê li dijî malên xwendekaran de pêk hat 13 xwendekar hatin binçavkirin. Xwendekarên li Mêrdîn, Amed û Tetwanê hatin binçavkirin anîn Mûglayê. Navên 12 xwendekarên hatin binçavkirin wisa ye: “Îsmaîl Polat, Selman Îçmen, Dîlek Zengîn, Seda Aydin, Berna Çelebî, Zafer Alturk, Vecdî Çoban, Ahmet Dundar Eren, Omer Fîlîtoglu, Sefa Ozkan, Yasemîn Elît û Bakî Kurt.”

Tenê din ava şeş mehan de herî kêm 4500 kes hatin binçavkirin û 1600 kes jî hatin girtin.

Ji berk u di girtîgehên Kurdistanê de cih nemane, hikûmeta Erdogan her roj girtiyên Kurd ên siyasî sirgûnî Rojavayê Tirkiye û Herêma Deryaya Reş dike. Herî dawî piştî li Êlihê 18 girtî hatin sigûnkirin, niha jî ji Girtîgeha Tîpa M a Midyadê jî 20 girtî sigûnî girtîgehên Deryaya Reş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN