Cenazeyê Yildirim Ayhanê ji Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yilê hate wergirtin û anîn mizgefta taxa Akkopruyê. Piştî ku cenaze anîn bi hezaran kes ber bi mizgeftê ve herikîn. Parlamenterên Wanê Nazmî Gur, Ozdal Uçer, Aysel Tugluk jî hatin ber mizgeftê. Li qadê pankarta „şehîdê me yê mertalên zindê nemir e“ û wêneyên Ayhan hatin rakirin. Dirûşma „tolhildan“ hate berzkirin.
Fermana walîtiyê
Konvoya mertalên zindî ya li ser banga KCD’ê ji Wan, Bedlîs, Mûş, Agir, Qers, Îgdir û Erdexanê ketibûn rê, li noqteya Pira Yenî ya cendirmeyan a 10 kîlometre nêzî Çelê ji aliyê cendirmeyan ve hatin astengkirin û çalakiya rûniştinê pêk anî. Mertalên zindî ku dîsa dest bi meşê kirin rastî astengiya leşkeran hatin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî koma mertalên zindî dest bi çalakiya rûniştinê kirin, li ser fermana Waliyê Colemêrgê Muammer Turker cendirmeyan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir. Di mudaxaleyê de Endamê Meclisa Giştî ya Wanê Yildirim Erhan di mudaxaleya cendirmeyan de bi bombeya gazê birîndar bû û pişt re jiyana xwe ji dest da.
Piştî Yildirim Ayhan jiyana xwe ji dest da konvoya mertalên zindî biryar da ku vegerin Wanê û beşdarî merasima cenazeyê Erhan bibin. Girse ji bo beşdarî merasima cenazeyê Yildirim Ayhan bibin dawî li çalakiya mertalên zindî anîn û berê xwe dan Wanê.
WAN/ DÎHA
Ji Meclisa Aştiyê peyama sersaxiyê
Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê bi minasebeta kuştina Yildirim Ayhanê sersaxî da BDP’ê. Endamê Meclisa Aştiyê Îmam Canpolat, diyar kir ku divê her kes li hemberî şer helwestêk nîşan bide. Canpolat, diyar kir ku berpirsê kuştina Ayhan AKP ye û wiha axivî: “Hewldanen ku ji bo domandina şer tê kirin xetereyeke mezin e. AKP carek din cejnê ji bo Kurdan jehr kir. Divê kesên ku alîgirê aştiyê ne divê hewldanên xwe xurtir bikin.”
ENQERE
1’ê Îlonê diyarî Ayhan dikin
ÎHD’a Amedê bernameyên ku di çarçoveya pêşwaziya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li dar bixe diyariyê Yildirim Ayhan kir. Di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku di nav 2011’an de 5 welatî ji ber êrîşên bi çek jiyana xwe ji dest da, her wiha 44 kes birîndar bû. Di daxuyaniye de hate destnîşan kirin ku bi sala ne gelê Kurd ji bo aştî û demokrasiyê di nav çalakiyan de ne, lê her tim bi tundî rastî êrîşan tê. ÎHD di daxuyaniyê de da zanîn ku di çalakiyan de sivîl tên hedef girtin û tên kuştin, ev nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê û dewletê nîşan dide.
AMED