Kurdistanî û dostên wan li bajarên Elmanya Hamburg, Bochum, Koln û Dresdenê, li bajarê Fransa Cannes, bajarê Îtalya Mîlanoyê û li bajarê Rûsya Tambovê bi dirûşmên „Kujer Erdogan“, „Faşîzma TC ji Kurdistanê bicehime“ meşiyan.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Rojbîn Kurdistanî û dostên wan ên li Hambûrgê li ber Konsolosxaneya Tirk civiyan û mîtîngek pêk anîn. Di daxuyaniya li çalakiyê de hat ragihandin ku yên êrîşên faşîst ên li Ewropayê organîze dikin Konsoloxaneyên T.C´yê û îstîxbarata Tirk ên li Elmanyayê ne. Hat destnîşankirin ku gelê Kurd û dostên wan wê bi xurtkirina hevgirtin û rêxistinbûyîna xwe wê çalakiyên demokratîk pêk bînin û hewldanên faşîzma AKP’ê têk bibin. Di dawiya mîtîngê de ji bo meşa roja Şemiyê ya li Hambûrgê banga beşdariyê hat kirin.
Li Bochûmê jî zêdeyî 1000 kesî pêr êvarê li ber stasyona navendî ya bajêr çalakiyeke protestoyî lidar xist. Çalakgeran, terora AKP’ê şermezar kir û berxwedana Cizîrê silav kir.
Li Dresden û Kolnê kon hat vedan
Bi heyetên ji Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Dresden; Chemnîtz, Leîpzîg û Magdebûrg re, komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê û tevahiya Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin. Bi vê armancê li ber avahiya parlamenta eyaletê ya Saksonyayê li Dresdenê kon hat vedan û kon wê heta roja Înê vekirî be. Di çalakiyê de parlamenterên Die Linke yên Saksonyayê amade bûn.
Li bajarê Elmanya Kolnê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Viyan li dijî êrîşên AKP’ê çalakiya kon vedanê ya bêdawî da destpêkirin.
Komîteya Amadekar der barê çalakiya li ber Dêra Domê de got, „Çalakiya me ji bo xwedîderketina li berxwedana gelê Kurd a ji Kobanê heta Cizîrê û ji bo şermezarkirina komkujiyên ji aliyê faşîzma AKP’ê ve tên kirin, hatiye destpêkirin.“
´Ne film trajedî heye´
Li Başûrê Fransa li bajarê Cannesê, Kurdistaniyan li hemberî pêkanînên dij mirovahiyê yên AKP´ê li Cizîr, Farqîn, Sûr û gelemperiya Kurdistanê çalakiyeke rûniêtinê pêk anî. Di protestoya li Cannesê de hat gotin „Li Cizîr, Amed û Kurdistanê ne fîlm, trajedî heye“.Di çalakiyê de li ser komkujiyan agahî hat dayîn û Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan got, Erdogan û AKP ji ber ku nekarîn xwe li encamên hilbijartinê rabigirin dest bi êrîşê kirine.
Di çalakiya li Meydana Babîl a li bajarê Îtalya Mîlano de, ji ber komkujiyên li Kurdistanê AKP û Erdogan hatin protestokirin. Girseya gel heta bi Konsolosxaneya Tirk bi gotina dirûşme û sirûdan meşiya. Meşê heta Meydana Dûomo dewam kir.
Li ber parlemenê çalakî
Li paytexta Swêdê Stockholmê Kurdistaniyan pankarta li ser nivîsandî „Kujerê zarokan Erdogan“ li ber parlamentê raxist û li pişt wê çalakiya rûniştinê li dar xist.
Doh saet di 10:00´an de Parlamenta Swêdê ji bo xebatên dema nû wê biciviya. Çalakgeran dosya û nameyên xwe yên li ser êrîşên faşîst û nîjadperestan û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve, radestî rayedarên parlamentê kirin, li navenda bajêr jî xwepêşandaneke girseyî lidar xistin.
Li Tambovê protesto
Li bajarê Rûsya Tambovê, bi armanca şermezarkirina êrîşên AKP’ê yên li hemberî gelê Cizîrê, civînek hat lidarxistin. Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê civîn li Navenda Xebatê ya Dîcle li dar xist.
Serokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan di axaftina xwe ya li civînê de got, desthilatdariya Erdogan li Kurdistanê gelek sûcên şer kiriye û weha dewam kir, „Weke mînaka Roboskî, Erdogan li şûna ku hesabê sûcên kiriye bide, sûcên nû dike. Êdî gelê Kurd ji Erdogan re dibêje ‘bisekine’.“
NAVENDA NÛÇEYAN