WÎESBADEN: Li bajarê Elmanya Wîesbadenê, gelek Kurdistanî li hev civiyan û li dijî terora dewleta Tirk meşiyan. Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Maînzê û Meclîsa Jinê ya Arîn ve hat organîzekirin. Kurdistaniyên ji Maînz, Russelsheîm, Wîesbaden, Frankfûrt, Offenbach, Hanaû û Darmstadtê hatin, ji ber istasyona a Wîesbadenê dest bi meşê kirin. Piştî meke ku bi qasî 3 kîlometreyan dewam kir, girseya gel li ber Parlamenta Eyaleta Hessenê mîtîngek lidar xistin. Di axaftinên li mîtîngê de terora dewleta Tirk hat şermezarkirin. Parlamentera Dîe Lînke ya Eyaleta Hessenê Barbara Cardenas jî li vir peyivî û desteka xwe ya ji bo Kurdistaniyan nîşan da.

KAÎSERSLAÛTERN: Bi heman armancê, li bajarê Elmanya Kaîserslaûternê jî çalakiyek hat lidarxistin. Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin, ji ber gara trenê destpê kir û heta navenda bajêr dewam kir. Nûnerên KCD-E, Sendîkaya Elman Verdi û Ciwanên Sosyal Demokrat ên Elman li vir peyivîn, bal kişandin ser berxwedana gel a li Kurdistanê û bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî komkujiyan şermezar kirin.

BRÎNGTON: Li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, ji bo bal were kişandin ser terora dewleta Tirk, navenda Civaka Kurd a Sessexê çalakiyeke protestoyî lidar xist. Çalakî li yek ji kolanên herî qelebalix ên bajêr Chûrchîll Sqûare pêk hat û Koma Piştgiriya bi Kurdan re ya Brîghton û Koma Piştgiriyê ya Koçberan destek dan çalakiyê. Çalakgeran li ser terora dewleta Tirk a bi heman e li Bakurê Kurdistanê bi tundî dimeşîne, belavok belav kirin.

BUKREŞ: Kurdistaniyên li paytexta Romanya Bukreşê dijîn, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan. Kurdistaniyan der barê terora dewleta Tirk de belavok belav kirin û dûre dosyayek li ser mijarê radestî Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê kirin. Roja Duşemê jî wê dosya pêşkêşî saziyên dewletê û partiyên siyasî were kirin.

PARÎS: Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê û bilêvkirina daxwaza serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li Parîsê meşiyan. Meş bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku welatên Ewropa yên hevkariya aborî û siyasî bi Tirkiyeyê re dikin, berpirsyariya xwe di van komkujiyan de hene. Ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ‘Xweseriya Demokratîk’ bang li her kesî kirin ku bi awayekî çalak têbikoşin.

HANNOVER: Bi pêşengiya Ciwanên Azad bi sedan kes li Steîntorplatz a bajarê Elmanya Hannoverê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. DÎDÎF, Dîe Lînke, SolîdJûgend, AABF, NAV-DEM, TJK-E saziyên çep, sosyalîst û rêxistinên civakî yên sivîl jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de bang li Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel hat kirin, ku li pêşberî bûyerên li Kurdistanê diqewimin bi lezgînî bikeve nava tevgerê. Ciwanan bi gotina “Ji bo hikûmet bikeve nava tevgerê, gelo divê hînê çend kes bimirin” nerazîbûn nîşan dan.


 NAVENDA NÛÇEYAN