AMED: Yekîneyên polîsan serê sibê li Amedê di ser gelek malan de girt. Di serdagirtinan de Salîh Tekîn, Seîd Aklan, Hebûn Akkaya, Azîzî Oguz, Mazlûm Toprak û Hebûn Kaçaman jî di nav de zêdehî 10 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehate zanîn û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Amedê. Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî serê sibê xwendekara Zanîngeha
MÊRDÎN: Li taxa Zeytînpinar ya navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî xwendekara Zanîngeha Sêrtê Gulîzar Erek di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
SÊRT: Yekîneyên polîsan li taxên Alan, Yenî û Bahçelîveler ên Sêrtê di ser gelek malan de girtin. Ligel vê yekê polîsan serê sibê bi ser Saziya Yurta Krediyan de jî girt. Di serdagirtinan de gelek kes binçavkirin.
MÊRSÎN: Li taxa Yenîpazarê ya Akdenîza Mêrsînê endama Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) Saadet Kuran di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Kuran piştî hate binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê. Sedema binçavkirina Kuran nehat zanîn.
EDENE: Li navçeyên Seyhan û Ceyhanê yên Edeneyê jî polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de li taxên Kuçukdikili, Gulbahçesi, Daglioglu yên Seyhanê û li navçeya Kuçukkirim, Belediyeevlerî û Yersuat yên Ceyhanê de gelek kes binçavkirin. Li Ceyhanê 15 kesên di navde Savaş Ceylan, M.Ç. (17), Nurettin Baysal, Omer Atil, Newroz Adıgüzel, Fatma Demir, Nurcan Özer, İ.B. (15), İbrahim Halil Ateş, Metin Bozkurt û Şirken ku paşnavê wê nehat famkirin hate binçavkirin. Li navçeya Seyhanê jî li gel Erdal Yalçin, Vedat Yalçin, Ozgur Timur, Oguz Eder, Yusuf Işlek, Mahmut Eren, Mustafa Eren, Gokhan Eren gelek kes hatin binçavkirin.
ŞIRNEX: Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî saet di 02.00'an de li taxên Cudî, Başak, Karşiyaka, Nuh û Barbarosê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de zêdeyî 35 kesan binçavkirin. 35 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Sîlopiyê. Kesên navê wan hate fêrbûn wiha ne: Serhat Akın, Mustafa Kıran, Mehmet Şerin Kiran, Şivan Ormanli, Salîh Yigit, Fendi Yigit, Yusuf Ataman, Agit Sakman , Fahrettin Şik, Murat Şik, Mahsum Şevîşoglu, Mehmet Şevişoğlu, İslam Aras, İsmail Barkın, Lezgin Ozden, Ali Uduk û Abdulselam Vargi.
STENBOL: Li Stenbolê jî di serdegirina malan de polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Di 15 rojan de 120 girtî
Rejîma AKP’ê di warê girtinên ji dozên siyasî de di cîhanê de rekor şkand. Piştî ku di heman sibatê de 963 kes hatin binçavkirin, li gorî daneyên AF’ê di 15 rojên pêşî yên Adarê de herî kêm 284 kesên din hatin binçavkirin, ji vana 120 kes hatin girtin.
Li gorî bîlançoya binpêkirinên mafê mirovan a ji aliyê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ve hate amadekirin, di meha sibatê de 963 kes hatin binçavkirin, ji vana 178 kes hatin girtin. Li gorî daneyên ANF û DÎHA’yê meha çile de 887 kes hatin binçavkirin.
Evqas girtin û binçavkirinên li Tirkiyeyê pêk tên, li welatên din qet tune ye. Dîsa li gorî daneyên ANF û DÎHA’yê di15 rojên meha adarê de 284 kes hatin binçavkirin û ji vana 120 kes hatin girtin. Din nava kesên hatin binçavkirin de 3 nûçegihanên DÎHA’yê, 2 xebatkarên Azadiya Welat, endamek ê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP’ê, Endamek Meclîsan Jinan a BDP’ê, Serokê BDP’ya Çewlikê Serokê BDP’ya Nîzîpê’ê, bi dehan xwendekar, zarok û jin hene.
Rojane 28 kes têne binçavkirin
Bi bi vî awayî ji destpêka salê heta niha 2134 kes hatin binçavkirin û bi sedan kes hatin girtin. Li gorî vê ev bîlanço nîşan dide ku rojane 28 kes têne binçavkirin.
Li gorî rapora di meha adarê de ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hate amadekirin de, tenê di sala 2011 de li Bakûrê Kurdistanê 6 hezar û 306 kes hatin binçavkirin û ji vana 1917 kes hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN