Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi şev saet di 02.30’an de polîsên tevgera taybet li taxên Yenîmahalle, Yukari Mahalle, Atakent û Turgut Ozalê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Gafur Gok (19), Servet Oner (19), F.M. (16), Ş.K. (16), H.M. (16), M.E. (14), M.H.A. (16), A.B. (15), M.Y. (16), V.Î. (17), G.G. (14) bi îdiaya ku di demên cuda de tevli çalakiyan bûne hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Dayika Servet Oner, Şîrîn Oner li hemberî binçavkirinan nerazîbûn nîşan da û got ku di serdegirtinên nîvê şevê de zarok pirs tirsiyane û psîkolojiya wan xirab bûye. Oner nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Nîvê şevê bi dehan tîm ketin mala me. Di destên wan de wêne hebûn. Lê ev wêne ne yê zarokê min bûn. Dewleta tirk ji zarokên me çi dixwaze? Tu sûcê zarokên me nîn e?”
Her wiha Serokê BDP’ê yê Bajaroka Rubarokê yê berê Abdurrahman Îrez li Geverê hate binçavkirin. Îrez, li otela ku lê dima, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Îrez, piştî hate binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Geverê. Sedema binçavkirina Îrez nehat zanîn.
Li navenda Dêrsimê beriya 2 rojan 10 xwendekarên ku di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin hêj li Midûriyeta Polîsan a Bajar tên girtin. Sedema binçavkirina xwendekarên ên bi navê Nedîm Duman, Hafî Gulen, Delîl Kas, yên ku paşnavên wan nehat zanîn ên bi navê Servet, Huseyîn û Erol û yên ku navên wan nehat zanîn di çapemeniyê de wekî PPK’î hatin nîşandan nehat zanîn.
ŞIRNEX