Li aliyeke din, polîsan bi ser mala endamên şaredariyê Halîme Altintaş û Razya Eren û gelek kesên din de girtin. Hate zanîn ku di dema serdegirtinê de Eren û Altintaş ne malê bûn. Hate zanîn ku der barê her duyan û gelek kesên din de biryara girtinê heye.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan li taxên Bahçelievler û Pinarbaşi jî bi ser gelek malan de girt. Polîsan bi ser mala xebatkarê Şaredariyê Medeni Onan û BDP'ê Samet Demir de girt û piştre Onan û Demîr binçavkirin. 5 kes hatin binçavkirin birin Midûriyeat Polisan a Êlihê.
Li navçeya Giyandînê ya Agiriyê di encama serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Yekîneyên Emniyeta Giyandê serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Di encamê de endamên Şaredariya BDP’yê Nuri Sari, Ahmet Îdaci, Hakan Kovalar, Serokê BDP’ê yê berê Musa Zorbey, Rêveberê BDP’ê yê berê Hamit Bakır hatin binçavkirin.
Polîsan serê sibê, li taxa Kuçukarmûtlû ya Stenbolê di encama operasyona di bin navê DHKP/C de li dar xistin de 13 kes girtin binçavan. Hate diyarkirin ku vana 5 jê jin in. Navê kesên hatine binçavkirin: Cengiz Karaca, Çiğdem Yakşi, Ümit Çimen, Haydar Yıldırım, Zeynep Yıldırım, Metin Doğan, İbrahim Doğan, Ulaş Arslan, Delil Doğan, Çoşkun Özdemir, Çağan Kul û Haydar Yıldırım.
Di 45 rojan de 509 binçavkirin
Terora hikûmeta AKP’ê ya li hemberî siyaseta Kurdan û muxalîfan her ku diçe dijwartir dibe. Di encama serdegirtinên di 22’ê çile de li Mêrsînê pêk hatin de 7, di 21’ê çile de jî li navçeya Tetwana Bedlîsê 10 kes hatibûn binçavkirin. Di encama operasyonên ku di bi navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan têne birêvebirin de ji 10’ê berfanbara 2011 heta 24’ê çileya 2012, ango di 45 rojan de 509 kes hatin binçavkirin. Lê tê texmînkirin ku jimara rast a van binçavkirinan zêdetir be. Di nava vana de gelek xwendekar, rêveberên BDP’ê, zarok hene. Ji vana nêzî 350 kesî hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN