Dij-Faşîstên Elman, Partiya Çep (Dîe Lînke), Sendîka û AGÎF jî di nav de 12 partî û rêxistinên Elman û koçberan meş û mîtîng li dar xist. Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî piştgirî da vê çalakiyê.

Li ser navê Die Linke parlamenter Heike Haensel û wekî din nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Antîfa di çalakiyê de axivîn.

Qisekeran, Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, girtina 10 parlamenterên HDP’ê, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û di nav de Ahmet Turk û Gultan Kişanak jî hevşaredaran rû reş kir. Pê re jî girtina kanalên TV, radyo û komeleyan jî hat şermezarkirin.

Qedexeya PKK´ê betal bikin!

Çalakî li salvegera damezrandina PKK’ê rast hat, betalkirina qedexekirina PKK’ê li Elmanyayê ji hikûmeta Elman hat xwestin. Her wiha rexne hate kirin ku siyasetvanên Kurd û şoreşgerên ATÎK’ê li gorî xala 128-b tên girtin.

‘Bila hevkariya Elmanya û Tirkiyeyê biqede’

Di çalakiyê de bênavber dirûşmên “Bijî piştgiriya navneteweyî”, “Na ji dagirkeriya li Kurdistanê re”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin û qisekeran bang li gelê Elman kir da ku li dijî faşîzma dewleta Tirk ya dijminê demokrasiyê ye, têkoşîneke hevpar bimeşîne.Wan her wiha xwest dawî li hevkariya dewleta Elman û dewleta Tirk jî bê anîn.


 STUTTGART