Li Bakurê Kurdistanê terora dewleta Tirk gihişte asta xwe ya herî jor, li navçeyên Kurdistanê mafên welatiyan ên herî sereke tên binpêkirin; mirov tên kuştin, mal û milkê wan tê texrîb û talankirin, ji erdên xwe tên derxistin û di malên xwe de asê tên hiştin. Li aliyê din Tirkiye ji mêj ve li derveyî erdên xwe jî mafê mirovan binpê dike, nexasim li Rojava û Başûrê Kurdistanê. Ji bo fêmkirina rewşê di hiqêqa navneteweyî de û ji têhiştina derfetên muhtemel ên li dijî van binpêkirinan em fêm bikin, em bi hiqûqzan û rojnamevanê beşa Kurdî ya Radyoya WDR´ê  Celîl Kaya re peyivî û ya rastî Xwedê jê razî be, bi gelek agahiyan û hûrguliyan ji me re ta bi derziyê ve kir. Ji ber ku di hiqûqê de nexasim li ser mafê mirovan pispor e jî Celîl Kaya gelek agahiyên kêrhatî jî bi me re parve kirin.


Peymanên hiqûqa şer û Tirkiye

Kaya pêşî îşaret bi wê yekê kir ku li Bakurê Kurdistanê rewş gihiştiye asta şerê li bajar û navçeyan û ji ber wê jî mirov dikare pêşî li hiqûqa şer binihire ku ew jî divê hiqûqeke mirovane (humanitarian) be. Kaya bi bîr xist ku heta niha şer li çolterê bû lewma jî zêde nedihat rojevê û weha dewam: "Peymanên Cenevre hene, yek ji wan jî protola lêzêdekirî ye ku sala 1977´an de hatiye îmzekirin. Ev protokol li ser şerên navxweyî ye. Li vir dewletek heye û li hemberî wê jî aktorên nedewletî hene. Rewşa niha li Bakurê Kurdistanê teqabilî vê dike. Li vir divê li hemberî dewletê mixalefeteke şekdar a bi sîstem weke tevgerekê hebe."


Tirkiyeyê xwe nedaye ber mesûliyetê

Kaya dibêje, li gorî vê protokola 2´yemîn a lêzêdekirî, herdu aliyên şer jî mesûl in ku xelkê sivîl, mîratên çandî û cihên pîroz biparêzin û weha dewam kir: "Lê belê Tirkiyeyê ev protokol îmze nekiriye, weke Îsraîl û DYE´yê. Lewma ew naxwazin ev mesûliyet li wan bibe bar. Eger binpêkirina mafê mirovan bigihêje asta sûcê şer, hingê jî Statuya Roma heye ku dikeve dewrê, lê Tirkiyeyê ew jî îmze nekiriye, bi ser dejî selahiyeta Dadgahe Ceza ya Navneteweyî jî nas nake. Heke siberoj dadgeheke xisûsî weke ya Yogoslavya berê ji bo Tirkiyeyê were damezrandin, wê çaxê Tirkiyeyê dikare were darizandin, lê ev hiqûqa navneteweyî ye û nizanim dewlet çiqasî wê li pey bin."


DMME dikare bixwaze qedexe tavilê betal bibe

Hiqûqzan Celîl Kaya xweşbextane îşaret pê kir ku Tirkiyeyê, Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) îmzekiriye û selahiyeta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî qebûl kiriye û got, ev rêyeke li ber Kurdan ji bo xebitandina çerxên hiqûqî. Kaya îşaret bi miracaeta HDP´ê ya li DMME´yê di biwara qedexeya derketina derve li bajarên Kurdan û weha dewam kir: "DMME ji Tirkiyeyê bersivekê dixwaze (Tirkiye divê îro vê bersivê bide), dadgeh dikare beriya biryarê bide, tedbîra îhtiyadê bixwaze, ango dikare bixwaze ku qedexeyên derketina derve hema werin rakirin."


Tirkiye qanûnên xwe binpê dike

Kaya bi bîr xist ku dema midaxeleyek li mafê mirovan bibe li gorî PMME´yê divê ew qanûnî be û lê Tirkiyeyê tevî ku li gorî qanûnan bi tenê di Rewşa Awarte yan jî Rêveberiya Eskerî dikare derketina derve qedexe bike, qanûna binpê dike û tevî u ne erka wan e jî walî vê qedexeyê li ser welatiyan ferz dikin û weha peyivî: "Biryara qedexeyê dikare bi destê desteya wezîran were dayîn. Desteya wezîran biryareke wisa nedaye. Li herêmê Rewşa Awarte jî nehatiye rahgihandin, Rêveberiya Eskerî jî nîne. Walî biryar ragihandiye û ev jî neqanûnî ye."


'Tirkiye divê mehkûm bibe'

Kaya mînaka Çeçenistanê bi bîr xist, got, doza Îseyeva li dijî Rûsyayê li DMME´yê vebû û Rûsya mehkûm kir ji ber ku deverên şên dan ber topan û bû sedema kuştina sivîlan. Li gorî Kaya ev mînakeke baş e ji bo mexdûrên terora dewleta Tirk li navçeyên Kurdistanê ku dozê li DMME´yê li dijî Tirkiyeyê vekin. Kaya mesûliyeta negatîf (mînak, divê dewlet nekkuje) û pozîtîf (divê lêpirsîneke karîger ji bo tesbîtkirina berpirsiyar bide destpêkirin) a dewleta bi bîr dixe û dibêje, li dijî dewleta Tirk ji ber herdu mesûliyetan doz dikare were vekirin. Li gorî Kaya dema doz biçe ber DMME´yê hingê "Tirkiye divê mehkûm bibe".  

Celîl Kaya dibêje, qedexeya derketina derve hem binpêkirina xala 19´an a destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye û hem jî binpêkirina xala 5´an a PMME´yê ye ku behsa azadî û ewlekariya kesan dike. Kaya îşaret bi doza li dijî Îtalya za sala 1980´yî dike ku pê Îtalya mehkûm bû kir û got, "Divê DMME li gorî vê mînakê biryarekê bide".


Di doza Ocalan de DMME´yê biryara xwe ferz nekir

Hiqûqzan Kaya dîsa jî girîng dît ku behsa hêza pêkanînê ya DMME´yê bike û got, Desteya Wezîran a Komîsyona Ewropa vê yekê dişopîne, lê ew timî bi vê erka xwe ranabe û biryara doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan da. Kaya got, di doza Ocalan de DMME´yê Tirkiye neheq dît, û xwest dadgehkirina Ocalan ji nû ve pêk were, lê Tirkiyeyê ev biryar bi cih neanî û YE´yê jî ti zext li Tirkiyeyê nekirin. Kaya dema ev mesele nirxand îşaret bi nirxên Yekîtiya Ewropayê kir ku di beramberî astengkirina hatina penaberan de madî û siyasî destek da Hikûmeta Tirkiyeyê YE´yê bi xwe binpê kirin û weha dewam kir: "Dengê xwe dernaxin li dijî binpêkirina mafên mirovan; YE bi vê nirxên xwe ji kokê deranîn. Eger wisa dewam bike ne lazim e behsa mafê mirovan bike".


Li derveyî sînorên xwe jî Tirkiye mesûl e

Di warê êrîşên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê de, Celîl Kaya îşaret bi beşa 7´an a şertê NY´yê de ku parastina Aştiyê û qedexekirina êrîşkariya li dijî cîranan e û got, "Êrîşên Tirkiyeyê li ser erdên dewleta Sûrî vê xalê binpê dike, Sûrî dikare li dijî Tirkiyeyê pêvajoyekê bide destpêkirin. Li aliyê din dema Tirkiye êrîşî Rojava bike û li wir xelkê bikuje, Tirkiye dîsa mesûl e. Ji ber kuk desteya Ewlekariyê ne karîger e. Mirov dikare miracaetî DMME´yê bike. Tirkiye nikare bibêje ew der derveyî welatê min e û ez ji tiştên li wir qewimî ne mesûl im. Dozên din hene ku di biryarên wê de tê gotin, tiştên tu nikarî li welatê xwe bikî, tu nikarî li derveyî welatê xwe jî bikî".


Pêvajo ji bo welatiyên Rojava    

Hiqûqzan û rojnamevan Celîl Kaya li ser pêvajoya miracaeta welatiyên Rojava li DMME´yê jî got, welatî nikarin yekser biçin DMME´yê û weha peyivî: "Welatiyên mexdûr ji Rojava divê pêşî miracaetî dadgehên Tirkiyeyê bidin. Dema ku rêyên hiqûqî li Tirkiyeyê neman, hingê dikarin serî li DMME´yê bidin." Kaya mînaka kuştina 6 welatiyên Iraqê ji aliyê eskerên Brîtanî û mînaka jineke Rûm a ji Qibrisê ku artêşa Tirk ew ji erdê wê kire der bi bîr xist û got, li gorî van mînakan wê dadgeh Tirkiyeyê mehkûm bike. 



LUQMAN GULDIVÊ