Kurdistaniyên li bajarê Franseyê Nantesê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Nisêbînê û tevahiya Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Girseya gel a bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer û Komeleya Jinê ya Zînê civiya, dest bi meşê kir. Di dema meşê de belavok hatin belavkirin û bang li gelê Fransayê û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemînin.
Tecrîd û Erdogan li Berlînê hatin şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Elmanya Berlînê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de terora dewleta Tirk di şexsê Erdogan û AKP’ê hat rûreşkirin. Kurdistaniyan û dostên wan bi şiyara “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” ev çalakî li dar xist.
Meş ji aliyê Meclîsa Jinê ya DESTDAN ve hat organîzekirin û NAV-DEM’ê piştgirî da çalakiyê. Nûnerên PYD Berlîn, Ciwanên Rojava, Ciwanên Azad, Însiyatîfa Sosyalîst a Elman, AVEGKOM, ATÎK, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê, Partiya MLPD a Elman û hin şexsiyet jî di navê de zêdeyî 200 kesî tevlî bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu”, “Jin jiyan azadî”, “Merkel fînanse dike, Erdogan bombe dike”, “Kujer Erdogan”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin gotin û bi pankartê jî daxwaza betalkirina qedexekirina PKK´ê hat xwestin.
Piştî meşê li ber deriyê dîrokî yê Berlînê Brandenbûrger Tor, mîtîngek hat lidarxistin. Qisekeran li vir tecrîdkirina Ocalan weke rewşeke li dijî mirovahiyê nirxand û qetilkirina sivîlan li Nisêbîn û Roboskiyê şermezar kir.
BERLÎN / NANNTES