Bi îmzeya Seroka Partiya Sosyalîst (SP) a Kantona Baselê Brîgîtte Hollînger û Parlamentera Kantona Baselê ya SP Ûrsûla Metzger, li ser navê Partiya Sosyalîst daxuayeniyeke çapemeniyê hat dayîn.


'Şerekî navxweyî heye'

Di daxuyaniyê de qewimînên li Kurdistanê weke şerekî navxweyî hatin pênasekirin û hat ragihandin, ku ji ber şerê dewleta Tirk li herêmê, gelek mirovan jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de behsa navçeyan tê kirin ku qedexeya derketina derve li wan hatin ragihandin, îşaret bi êrîşên dewletê tê kirin û tê gotin ku binpêkirina mafên mirovan ti carî nayê qebûlkirin.

Di pêşnûme biryara ku li gel daxuyaniya çapemeniyê hat weşandî de hat gotin ku divê Hikûmeta Federal a Swîsreyê li dijî qewimînên li Kurdistanê bi bikaranîna têkiliyên dîplomatîk tevkariyê li çareseriya pirsgirêkê bike.

Herî dawî hêvî û bendewariya vegera li maseya çareseriyê hat nivîsandin û komkujiyên dewleta Tirk li hemberî gelê sivîl, hatin şermezarkirin. 


 BASEL