Di demokrasiyên lîberal de, rekiha herî mezin û zexim,  ji bo mirovan tê çêkirin. Li welatên weke Tirkiyeyê jî, ev rekih di du rengan derdikeve holê.
Yek qijle ye, ya din jî zindan in.
Bi saya Tayyîp Erdogan, Kurdistan bûye qijleya eskerî û tevahiya Tirkiyeyê jî bi zindanan hatiye dagirtin. Ya rastî, di nava serokwezîrên Komara Tirkiyeyê de, gardiyanê herî baş Tayîp Erdogan e.
Bi gotina civaknasan; despotekî di nava postikê demokrasî de veşartî ye. Psîkolojiya gelê Tirk baş nas dike û dibîne ku, evîndarê mirovên otorîter e. Heta îro jî, gelek merhale jî standine û rengê wî yê otorîter jî kifş bûye.
Lê, kategorîzekirina otorîteya wî hîna ne diyar e û di nava çemberekî îronîk de diçe û te. Nikare xwe ji wê çemberê xelas bike. Ji ber vê jî, pirsgirêkên li Tirkiyeyê û Kurdistanê di nava qîr û teşqeleyên xerboqiyan de dihêle. Yanî tevlîheviyek siyasî, şerekî bi kîndariya tolhildanî dimeşîne. 
 Churchill dibêje: “Demokrasî kîna siyasî dixwaze.” Yan jî “demokrasî ji kabîneyan kîndartir e”, dibêje û wiha berdewam dike: “şerê navbera gelan wê bi gelekî ji şerê navbera keyseran/qralan dijwartir be.” 
Tayyîp Erdogan, di 9 salên desthilatdariya xwe de, ji bilî dijwarkirina şer û kûr kirina nakokî û şikestîkan, bostekê pêşketin pêkneaniye. Faşîzma kolanan jî di nav de, ji bo gelê Tirk û Kurd bîne pêşberî hev, serî li her riyê dide. Dem hat, demagojî kir, dem hat cambazî kir, dem hat nijadperestî kir, dem hat şow kir, dem hat hawarîtiya demokrasî kir, jehr bela kir, dem hat pan-jehr bela kir û xwest li Tirkiyeyê tîrantiya xwe îlan bike, li cîhana îslamî jî wek xelîfeyekî, wek padîşahekî werê qebûl kirin.
Di cîhana rojava de jî, xwest wek demokratekî, wek lehengê demokrasî xuya bike.
Lê ya herî  giring rengê desthilatdariya AKP’ê  ye. Tayyîp Erdogan di her firsetê de behsa azadî û demokrasî dike. Lê yek carê, rengê desthilatdariya xwe kifş nekiriye.
Mantiqê desthilatdariya AKP’ê wiha ye; “ez desthilatdar im, ev jî mafê parêzvaniya azadî û demokrasî dide min.” Ev dîtina Hobbes e û di encamê de, ev dîtin û mantiq desthilatdariyan ber bi “erka nayê parvekirin dibe û gel, îradeya gel nasnake.” Ev jî dibe çavkaniya ku despotî û otorîteyek faşîzan werê afirandin.
Rewşa îro ya Tayyîp Erdogan jî ev e.
Bi gotineke din: Serfermandariya artêşa Tirk, di her darbeya eskerî de, dewlet jî, sîstem jî, civak jî, demokrasî, edalet, hiquq jî dibin erk û garantiya xwe de didît û meşruiyeta ji holê rakirina her cure azadî û demokrasî, ku “faşîzmek alenî” ye îlan dikirin. Ew, otorîteye eskerî bû, ya Erdogan jî, otorîteya polîsî  ye...
Dêhnê xwe bidin kiryarên desthilatdariya AKP’ê: Her roj li dijî karkerên Kurd, li dijî xwendekarên Kurd êrîşên faşîzan têne lidarxistin. Di bûyera li Kutahya-Emetê, (ku faşîstan êrîşî karkerên Kurd kir de),  walî xwest ku biaxive, faşîstan rê nedayê... Ev anarşî ye... Haa, di xweza mirovan de ev reaksiyon heye; lê dema ku dikevê bin sîwana desthilatdariyê, siyasî dibe û dibe faşîzm û nexweşî. Navê vê nexweşiyê, bi gotina Freud nexweşiya şîzofrenîk e û dema li civakê bela dibe, dikevê qonaxa metirsînî û pan-jehra wê nîne...
Dîse bi gotina Freud, mirov dibe lawîrekî derî civakî Tirkiyeyê ber bi tehlokeyeke wilo ve diçe. Tayyîp Erdogan û şûreka wî, vê teşqeleya mezin dibînin, lewma “nifşê ciwanên oldar” dixwazin. Ev jî artêşek nû ye. Îcar, hun dixwazin navê vê artêşa ciwanan bikin SS, hun dixwazin bikin “gomlek-reşan”. Her du jî, berhemên faşîzmê ne. Lê, armanca Erdogan hêza “gomlek keskan” e.
Îro civaka Tirkiyeyê, dîse dibin rêvebiriya AKP’ê de, ber bi cîhanek “gêzer û dar” ve hatiye ajotin. Dibin slogana “terora germ” de jî, ber bi “felsefeyek barbar” ve tê ajotin. Binêrin, her roj, 10, 20, 30, 40, 50 kes (zarok jî di nav de) têne binçavkirin. Kesên têne girtin jî bi salan dipişta deriyên hesinî de û di odeyên betonî de têne hiştin. Cezayê di nava ceza de... Rojnamevan Ahmet Şik, di hevpeyvina piştî derketina ji girtîgehê de, da xuyakirin ku cudatiya demokrasiya Erdogan, ji demokrasiya Îsmet Înonu nîne. Em dizanin ku Înonu şef bû, gelo  Erdogan çi ye?
Di asoyên heywanên siyaseta Erdogan de, “felsefeya barbarî” heye û çardarên kuştiyan....
Di dîroka Komara Tirkiyê de, her dem li pey Destura Bingehîn û qanunan, sêdarên dardekirinê, tank û top hene. Erdogan ev hêza palêt û barûdê, bi çekên kimyewî û bombeyên napalmê zexim kir. Ev exlaqê dewşirmetiyê ye û li ser bingeha antî-civakê hatiye meyandin. Ev navê faşîzma veşartî ye!...
Binêrin, kanuna “Têkoşîna li dijî terorê” berhemê Erdogan e, kevirê bingehîn yê faşîzmê ye. Dîse Kanuna ji bo yek kesand erdixe, ev jî stuna sîstemên totalîter û kujer e. Ev jî navê feşîzma vekirî ye.