Têkildarî doza 9 endamên komîteya amadekar a pîrozbahiya Newrozê ya sala 2015’an a li navçeya Wanê Erdîşê, dadgeha dewleta Tirk a dagirker biryar da. Di rûniştina dozê de, salek û 8 meh cezayê girtîgehê li 8 kesan hate birrîn.  Doza ku bi îdîaya “propaganda rêxistinê” li her 9 kesan hate vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê pêk hat.

Erol Cengîz, Kenan Ultar, Şaban Tekîn ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ne, bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştina dozê bûn. Di rûniştinê de ku parêzer lê amade bûn, ji ber guhertina heyetê, rapor ji nû ve hatin xwendin.

Erol Cengîz parastina xwe bi Kurdî kir. Şexsên din jî gotin, ku ew bi parêznameya xwe ya beriya niha ve ne. Piştî ku parêzeran parastin kir, rêveberê berê yê HDP’ê Tûrgût Bayramhan hate berdan. Li Cevdet Zîlanli, Şaban Tekîn, Haydar Tenîk, Kenan Ûltar, Ozgur Denîz, Erol Cengîz, Nefîse Taylan û Elvan Çetîn, bi îdîaya ‘propaganda rêxistinê’ kirine salek û 8 meh cezayê girtîgehê hate birrîn.

Di gilînameya dozgeriyê de, axaftina Serokê Komîteya Amadekar a Pîrozbahiya Newrozê Erol Cengîz ku bi gotina “Em Cejna Newrozê ya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin” dest pê kir, weke sûc hate nîşandan. Her wiha hat îdîakirin, ku pêşkêşvana pîrozbahiyê, Nefîse Taylan jî girseya gel a ku dirûşma “Bijî Serok Apo” gotiye, tehrîk kiriye. Di gilînameyê dewleta Tirk a dagirker a li dijî pîrozbahiya Newrozê de hat gotin, hunermendê herêmî Kenan Ûltar bi stranên xwe yên bi Kurdî gel sor kiriye û ji ber vê yekê jî gel dirûşma “Bijî Serok Apo” gotiye. Wekî din, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li qadê hatin daliqandin, weke “propaganda rêxistinê” hatin nîşandan. 


ANF / WAN