Di êrişa terorîstî ya pêr bi şev a li bajarê Ingilistanê Manchesterê de herî kêm 22 kes miribûn û 60 kes jî birîndar bûbûn. Rayedaran da zanîn ku nasnameya êrişkar diyar bûye. Li gorî encamên pêşî yên lêkolîna polîsan, êrîşa li dijî Manchester Arenayê ji hêla kesekî ve hat kirin ku bombe li ser xwe hildigirtin. 

Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê, bi rêya tora civakî li ser kanaleke girêdayî xwe, berpirsiyariya êrişê girt ser xwe.

Nasnameya êrişkar tê zanîn

Şefê polîsan ê Manchesterê, lan Hopkîns ji bo êişkar  got, “li ser wî bombe hebûn û di teqînê de mir“. Hopkîns got, êrişkar ‘bi serê xwe tevgeriyaye’ û hê lêpirsîn didomin bê ka ew parçeyek ji torekê ye, yan na.

Serokwezîr Theresa  May doh ber bi nîvrojê ve daxuyaniyek da û got, “Em dibêijn, me nasnameya êrişkar tespît kiriye.” Serokwezîr got, lêpirsîn dewam dike, ji bo vê jî niha wê têkildarî nasnameya êrişkar agahiyê nedin.

Herçî DAIŞ e bi xwe, wê bi daxiyaniyeke li ser torên înternetê, berpirsiyariya êrişê girte ser xwe. Li gorî daxuyaniyê, çeteyek li nava qelebalixê bombe bi cih kiriye. DAIŞ’ê, têkildarî êrîşên bên jî gef xwarin.

Piştî êrişê hemû partiyên siyasî, kampanyayên xwe yên hilbijartina 8’ê Hezîranê ku Sêşêm wê bikirana, betal kir.

Dîrokçeya êrişên li Ingilistanê

Ingilistan ji  2005’an ve dibe hedefa êrîşan. Ev êrişa piştî êrîşa 2005’an a bi ser metroyê de, bû êrişa herî mezin ku zêdetir kes pê hatine kuştin.

22’yê Adara 2017’an li ser pira Westmînsterê êrişkarekî maşîna xwe ajot ser şêniyan û 5 kes kuştin. Heman êrişkarî li ber parlamentoyê polîsek bi kêrê bi giranî birîndar kir. Welatiyê Ingilîz ku bûbû Misilman ji hêla polîs ve hat kuştin.

5’ê Kanûna 2015’an Muhaydîn Mîr ê ji Somaliyê, li rojhilatê Londonê, li destpêka stasyona metroyê ya Leystonstoneyê du kes kêr kirin. Rayedaran got, “êrişa terorîstî” ye û cezayê girtîgehê yê heta mirinê li êrişkar hat birrîn.

22’ê Gulana 2013’an welatiyekî ku bi eslê xwe ji Nîjeryayê bû bi wesayita xwe pê li leşkerekî 25 salî kir û piştre hewl da ku bi kêrê serê wî jê ke. Di vîdeoyeke têkildarî êrişê de yekî ji êrişkaran digot, ew dixwazin tola Misilmanan ji eskerên Ingilîz hilînin.

30’ê Hezîrana 2007’an otomobîleke bi tûpa gazî hewl da ku têkeve termînala balafiregehê ya Glasgowê. Otomobîl neteqiya. Ajokarê Hindîstanî bi giranî birîndar bû. Piştî bi mehekê mir. Rêwiyekî wesayitê, doktorê Iraqî hate girtin. 2008’an cezayê girtîgehê yê heta bi mirinê lê hat birrîn.

Di êrîşa 2005’an, a 7’ê Temûzê ê bi ser metroya Londonê û bi ser otobûsekê de 4 çalakiyên xwekujî çêbûn, 56 kes mirin û 700 kes birîndar bû hingê. Komeke ku ji xwe re El Qaîde digot, berpirsiyariya êrişan girte ser xwe.


MSD´ê êriş şermezar kir 

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), êrişa li bajarê Ingilistanê Manchesterê şermezar kir. 

MSD´ê daxuyaniya xwe ya nivîskî de got; “Di demekê de ku civaka navneteweyî li her devera cîhanê li dijî terorê şer dike, li bajarê Ingilistanê Manchesterê êrişek hate kirin û di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn. Bi navê MSD’ê em vê êrişê şermezar dikin.

Bila serê malbatên qurbaniyan û hikûmeta Ingilistanê sax be û em şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Heta ku teror biqede em ê tê bikoşin.”


 

LONDON