Li Nurnbergê performanseke rêûresmê ya bi rasthatina cejna cadûyan bi mijara  “Erdogan terorîstek e” çêbû. Performansa ku di heman demê de çalakiyeke rûreşkirina êrişkariya dewleta Tirk bû, bal bire ser êrişkariya dewleta Tirk û sûcên wê yên şer ên li Rojava.

Çalakgeran maskeyên Erdogan danîn ser rûyê xwe ku li ser “terorîst” dinivîsî û li navenda bajêr li devera ku li wesaîtan qedexeye meşiyan. Wan bi belavokan jî rave kir ka çima Erdogan terorîst e. Wan daxwazên xwe jî wiha kirin rêz:

  •  Tavilê rawestandina êrişkariya Tirkiyeyê ya li dijî Bakurê Sûriyê!
  •  Rawestandina dana sîlehên Elman ji bo Tirkiyeyê bi temamî!
  • Herêma li firrînê qedexe ji bo Rojava da ku êrişên nû çênebin!
  •   Rawestandina hevkariya aborî û eskerî ya di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de!
 

NURNBERG