Çalakiyên bibîranîna terteleya Dersimê li Ewrûpayê dewam dikin. Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê û li bajarê Swîsreyê Baselê bi rasthatina bidarvekirina Seyîd Riza, kurê wî û 5 hevrêyên wî çalakiyên bibîranînê hebûn.
Di 80’emîn salvegera bidarvekirina ji pêşengên xelkê Dersimê Seyîd Riza de li Stuttgartê, bi sedan kes tevlî bîranînê bûn. Hevberdevkê HDK-A’yê Demîr Çelîk, parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Koçyîgît, Prof. Dr. Îlhan Kizilhan, hunermend Mîkaîl Aslan, Zarîfe Zerîn, Hozan Comerd jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de peykerê ji bo Seyîd Riza hatibû çêkirin hate vekirin. Zarîfe Zerîn û Dogan Demîr ên di çêkirina peyker de keda wan a madî manewî heye, axivîn û qala wate û girîngiya peykerî kir.
Roj roja serhildanê ye
Hevseroka Komeleya dijberên Komkujiya Dersimê, Elîf Taş jî got, “Divê em hemwelatiyên hev ên li penaberiyê dijîn xwedî li hev derkevin, bi hev re bin.”
Hevberdevkê HDK-A’ê Demîr Çelîk jî axivî û got, “Ji bo parastina nirxên civaka exlaqî û polîtîk îro li her devera Kurdistanê, li Bakur, Rojava li çiyayê Kurdistanê ciwanên me têdikoşin û ew rûmeta me ne. Roj êdî ne roja nerazîbûn, bêdengbûnê ye; roj roja serhildanê ye.”
Di çalakiyê de Mîkaîl Aslan derket ser dikê. Di çalakiyê de wekî din bang hate kirin ku her kes tevlî şeva piştevaniya Efrînê ya 25’ê Mijdarê bibe.
Bi heman armancê Însiyatîfa Dersimê ya Baselê, FEDA û HDK’ê li bajarê Baselê cangoriyên Dersimê bi merasîmekê bi bîr anîn. Di merasîmê de Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn. Pîr Yûsûf Boke gulbang xwend û sînevîzyona ku qala pêvajoya darvekirina Seyîd Riza dike, hate nîşandan.
Piştî merasîmê semînerek hate organîzekirin û Serokê Komeleya Jinûve Avakirina Dersimê, Alî Çatalcin, Lêkolînvan-Nivîskar Erdogan Yalgin, ji Înîsyatîfa Dersimê ya Baselê Munevver Coşkûn, Nûnera Meclîsa Jinên HDK’ê Munevver Îltîmûr û Pîr Yûsûf beşdar bûn.
Qisekeran diyar kir ku qirkirina li Dersimê hatibû kirin niha jî dewam dike û îşaret bi înkarkirina baweriya wan û şewitandina daristanan kir. Di semînerê de hate gotin, bi yekîtiya Dersimiyan û xwedîderketina li mîrateyan, pêşî li komkujiyan dikare bê girtin.
STUTTGART/BASEL