Gerîlayên HPG-YJA Starê di çarçoveya pêvajoya nû de derbên giran li dagirkeran dixin. Gerîlayan 13’ê Mijdarê li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê 4 eskerên Tirk kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser detayan ev agahî dan: “Hêzên me roja 13’ê Mijdarê li dijî artêşa Tirk a dagirker ku di navbera girê Koordîne û Girê Patrîot ên navçeya Çelê ya Colemêrgê de rê ji bo eskeriyê çêdikir, çalakiyek kir. Çalakî li dijî kepçeyekê û wesayiteke eskerî hate lidarxistin û di encamê de kepçe û wesayit îmha bûn. Bi qasî ku hate dîtin, di çalakiyê de 4 eskerên dijmin hatin kuştin.

Artêşa dagirker bi rêya medya xwe ev çalakî weke ku li dijî karkerên sivîl hatiye kirin, bi derewî weşand. Herêma ku çalakî lê bû, herêma eskerî ye û rêya li wir tê çêkirin jî ne ji bo sivîlan e, ji bo eskerî û dagirkeriyê ye.”

HPG’ê li ser bomberdûmana balafirên şer jî ev agahî dan: “Balafirên şer ên artêşa Tirk 12’ê Mijdarê deverên Keşan û Şehîd Kendal ên herêma Heftanînê, 13’ê Mijdarê jî devera Dola Şivê ya herêma Avaşînê, derdora çemê Avaşînê û devera Stûna bomberdûman kir.”

 

ANF/ BEHDÎNAN