DENÎZ ÎKE / AMED
Terzî Nîhat Tezer ku li kêleka sûka şewitî ya navçeya Amedê Sûrê kiras, fistan, şal û şapikan çêdike, diyar kir ku ev 7 sal in ew karê dirûnkeriyê dike û cil û bergên gelerî yên çar parçeyên Kurdistanê didirû. Tezer, di heman demê de mamsoteyê folklorê ye û bi sedan xwendekar gihandiye.
Tezer da zanîn ku dirûtina cil û bergên Kurdî herdem di xeyalên wî de bû û berî 7 salan ev xeyal bi cîh aniye. Tezer dibêje, dema ku zarok bûye herdem govendên li gund çêdibûn bala wî dikişandin û wiha axivî: “Ji zarokatî ve mereqa min ya govend, cil û bergên gelerî hebû. Dema ku li gund govend çêdibûn, bi zorê ez diçûm destê mezinan û min dixwest ez ji wan govendê hîn bibim.”
Hezkirina govendê berê wî da NÇM´ê
Tezer anî ziman ku sala 1993’yan heskirina wî ya ji govendê re berî wî da Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) û wê demeke dirêj li NÇM’ê xebat meşandine di nava komekê de: “Piştî ku me kom ava kir li ku derê şahî û govendek çêbûya em diçûn wir. Gelek govendên gelêrî yên kevin hebûn û ji bo gel me ew digerandin. Li ser govendê gelek lêkolînên min çêbûn û perwerdehiyeke pirr baş li NÇM’ê min dît.”
Tezer destnîşan kir ku heskirina wî ya govendê bala wî kişand ser cil û bergên gelêrî û got: “Berî 7 salan min dest bi lêkolînê kir û niha ez cil û bergên çar parçeyên Kurdistanê didûrim û ev jî kêfxweşiyeke mezin dide min.”
Şirnex û Mêrdîn di rewacê de ne
Tezer, got li Amedê cil û bergên Kurdî yên çar parçeyên Kurdistanê tên dîtin û wiha dewam kir: “Ev kincên em çêdikin yên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ne. Bi taybetî cil û bergên herêma Şirnex û Mêrdînê tên tercîhkirin. Ji ber ku cil û bergên Şirnex û Mêrdînê sivik in, modelên wan balê dikişînin û gel tercîh dike. Welatiyên tên vir cil û bergên hemû herêman dibînin, ji vê yekê kêfxweşiya xwe tînin ziman.”
Tezer, di dawiyê de got, krîza aboriyê ya Tirkiyeyê bandor li kiras û fistanên Kurdî jî kiriye û wiha peyivî: “Ji 7 salan zêdetir e, ez cil û bergên Kurdî didûrim, hîna min krîzeke wiha nedîtiye. Zêdetirî du salan e hejmara kirîdarên ku dihatin kêm bûye. Welatî dixwazin cil û bergên Kurdî bikirin, lê belê ji ber ku di berîka wan de pere tineye, nikarin bikirin.”