
Jina bi navê Ferîde Acer rêsîna bi teşiyê ku di civaka Kurdan de xwedî cihekî bi taybet e lê niha pirr nayê kirin heta roja me ya îro tîne û wiha dibêje: “Teşî hem huner e û hem jî tiştekî ji rêzê ye. Me ji mezinên xwe dît. Em nîşanî zarokên xwe jî didin. Heta ku çanda me bijî dê zarokên me ji bîr nekin.”
Jinên Kurd bi rêsandina teşiyê li çanda xwe ya hezar salan xwedî derdikevin. Ji bo ku hiriyê bikin ta û ji bo ku bibe cil û berg, pêvajoyeke dirêj pêwîst e û hostatiyê dixwaze. Hiriya ji pezî tê girtin, ewilî tê şehkirin û piştre jî bi teşiyê ji bo bibe ta tê rêsandin. Di dîrokê de dahênerên (mûcîd) vî karî jî jin in. Ev hilberîna jinan a bi kedê tê hûnandin, hilberîna xwezayî pêk tîne. Li gundê Bêrmana navçeya Elkê ya Şirnexê jina bi navê Ferîde Acer a 65 salî bi teşiyê re mijûl dibe. Ferîde teşiyê ji bo gore û xalî bên çêkirin, dirêse.
Ji bo çanda Kurdî bijî
Ferîdeyê diyar kir ku ew hiriyê digire, dişo û bi gihayan rengîn dike. Ferîdeyê da zanîn ku herî dawî şeh dike û ji bo ku ji zarokên xwe re goreyan çêke, dirêse. Ferîdeyê anî ziman ku ew hirî ya wan e û ti pereyan nadê pê û got: “Ez ji bo nevî û zarokên xwe goreyan çêdikim. Her wiha nîşanî jinan jî dikim. Ez dixwazim ev huner bigihîje nifşên din jî. Teşî huner e. Em ji mezinên xwe hîn bûn. Heta ku em çanda xwe bidin jiyandin, dê zarokên me ji bîr nekin. Dê wan zêdetir girêdayî axa wan bike.”
ŞIRNEX/ŞÛJIN