Teşkîlata Federal a Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê ku Îstîxbarata navxweyî ye, çavê xwe li şideta rastgir û nijadperest miç kir û Kurd û piştgirên wan ji xwe re kirin hedef.
Îstîxbarata Elmanyayê ya navxwe ya federal, Bundesamt fuer Berfassungschutz (BfV) hê jî saziyên Kurdan krîmînalîze dike. Di rapora sala 2018’an de ji dêvila Neonaziyan, Kurd kirin hedef. Lê gava ku mirov nûçeyên hefteya bihurî li ber çavan bigire ku li gorî wan gelek rastgir, mijadperest, dijminên biyaniyan li gelek meqamên dewletê û her wiha di asta ffederal de bi cih bûne, mirov mat mayî namîne çima tehlûkeya rastgir kêm tê dîtin, çawa êrişî civaka Kurd û rêxistinbûna wê dikin.
Rapora sala 2018’an a saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê, Teşkîlata Federal a Parastina Destûra Bingehîn (BfV), li Berlînê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin. Serokê BfV´yê Thomas Haldenwang û Wezîrê Karê Navxweyî Horst Seehofer tevlî civînê bûn.
Xezeba nijadperestan e Zilmê li Kurdên mezlûm dikin
Di raporê de hate diyarkirin ku komên rastgir ên tund ji bo ewlehiya welat xeter in û heta diyarkirin ku nêzî 24 hezar û 100 rastgirên tundraw ên Neonazî hene. Îstîxbaratê çavê xwe ji gefên van komên rastgir re girtiye û komên çepgir û şoreşgerên Kurd û Tirk ên ku tevlî şiddetê nebûne, ji xwe re dike hedef.
Armanc dijberiya piştgiriya bi Kurdistanê re ye
Di rapora îstîxbaratê de protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê cihê xwe girt. Teşkîlata îstîxbaratê ev çalakiyên protestoyê krîmînalîze kirin. Çalakiyên komên çepgir ên ji bo hevgirtina Kurdistanê bi sernavê ‘çalakiyên çepgirên tundraw’ hatin krîmînalîzekirin.
Weke dewleta Tirk in
Îstîxbarata federal ji navê xwe jî fedî nekir û xebatên HDP´ê yên ji bo hilbijartinan jî krîmînalîze kirin. Tevî ku PKK ji sala 1993’an ve li Elmanyayê ‘qedexe ye’ û ti çalakiya wê ya fermî tineye, îstîxbarata Elman di rapora sala 2018’an de got, PKK´ê xebatên hilbijartinê meşandine. Li gorî vê îstîxbarata ku li gorî gelek nûçeyên sala par di asta herî jor de nijadperest, neonazî û rastgirên tundraw di navê de bi cih bûne, xebatên hilbijartinên li Tirkiyeyê yên di 24’ê Hezîrana 2018’an de karê PKK’ê bûye. Îstîxbaratê îdîa kir ku meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya HDP’ê qaşo ji aliyê ‘alîgirên PKK’ê’ ve hatine kirin.
Qanûnên xwe kirin kaxez û em jî kirin hedef
Di raporê de careke din medyaya Kurdan jî bû hedef. Rojnameya me Yenî Ozgur Polîtîka ya ku li Elmanyayê bi fermî tê weşandin, wekî ‘rojnameya rojane ya PKK’ê’ hate binavkirin. Ev saziya ku qaşo divê Destûra Bingehîn a Elman biparêze, bi van îfadeyên xwe ku ti bingeha wan a qanûnî û hiqûqî nîne, hem wê Destûra bingehîn û hem jî qanûnan binpê dike. Ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jî hate gotin ku ‘Ajansa nûçeyan a nêzî PKK’ê’ ye. Di raporê de serwîsên bi Tirkî, Kurdî, Îngîlîzî, Îspanyolî, Erebî û Farisî yên ajansê jî wekî hedef hatin nîşandan.
BERLÎN