Rêxistina Ewrûpayê ya Tevgera Çanda Demokratîk TEV-ÇAND Ewrûpayê li ser zextên li dijî hunermendan ên dewleta Tirk daxuyaniyek da. Kirina gefa kuştinê ya li hunermend Pinar Aydinlar û zarokên wê weke beşek ji siyaseta êriş û gefxwarinên nîzama faşîst a AKP-MHP’ê ji bo çavtirsandîkirina civakê hatin binavkirin û hat gotin, “Li bakûrê kurdistanê dagirkeriya faşist ya AKP -MHP hewqas tengav bû ye,lewma êrîşî nirxên kurdan yên herî pîroz gorên şehîdan dike. Li dijî siyaset û şaredariyan siyaseta qirkirinê bi rêve dibe. Vê desthilata neteweperest bi êrişên li dijî jinê û hunermendan di hemû aliyên jiyanê de dijminatiyeke ber bi çav daye destpêkirin. Îro ji ber van sedemên eşkere, ji her kesî zêdetir, pêdiviya civaka Tirkiyê bi hevgirtinê heye, bi xeta neteweya demokratîk heye. Îro ew kesên bi rêya medya civakî hunermend Pinar Aydinlar tevî zarokên wê bi kuştinê tehdît dikin, ew nijadperest û faşîst in ku hêzê ji desthilatdariya AKP-MHP digirin. Em hunermendên Kurd, di bin her mercî de li gel hunermend Pinar Aydinlar in. Êriş û gefên neteweperest û faşîstan şermezar dikin. Ji bo pêşî li êriş û tehlûkeyan bê girtin, di serî de hunermend, jinên demokrat û hêzên demokrat û şoreşger hemû, divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û komên nijadperest bi hev re têkoşînê xurt bikin.” NAVENDA NÛÇEYAN