
Meclîsa TEV-ÇAND’ê ya Parîsê, kongreya xwe ya 7. li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Parîsê bi dûrişmeya “Rêberê azad, Kurdistana azad, çand û hunera azad” li dar xist.
Kongre bi beşdariya 100 delege û nûnerên saziyan pêk hat. Delegeyan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karê çand û huner gotiye, karekî îdeolojîk e û diyar kirin ku di pêvajoya heyî de huner û siyaset di zikhev de bi rê ve diçin.
Endamên Meclîsa TEV-ÇAND’e bal kişand ser tecrîdkirina şidandî ya Ocalan û destnîşan kir ku divê çalakiyên li dijî tecrîdê dewam bikin.
Di kongreyê de peyamên Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) û NCDK li Parîsê hatin xwendin. Piştre karê dema bihurî hate nirxandin. Di dawiya kongreyê de komîteya rêveber a ji 10 kesan hate hilbijartin.
PARÎS