Şandeya ku ji Endamên Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM'ê Ebdulkerîm Umer, Çinar Salih, Serokê Desteya Vegihînê ya herêma Cizîrê Telal Mihemed û Sekrekerên Partiya Aştiya Demokratîk a Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê pêk dihat, ji aliyê Berpirsyarê Buroya Partiya Asûrî ya Demokratîk Wail Mîrza, Berpirsyarê Têkiliyên Giştî yê Kombûna Sivîl a Xiristriyan Dawûd Gerzanî, Endamên Kombûna Ciwanên Sûriyeyê Popil Gewriyê û Şerbil Gabriyêl ve hate pêşwazîkirin.
Nûnerên TEV-DEM'ê û partiyên Kurdî di serdanê de naveroka Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdî ya ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk vegotin. Her wiha di serdanê de rewşa mûxalefeta Sûriyeyê û lawaztiya wê ya siyasî û leşkerî hatin nirxandin û hate gotin ku ji ber vê yekê jî partiyên kurdî projeya yekîtiya hêzên mûxalefetê di Sûriyeyê de, çareserkirina aloziyê bi rêyên aştiyane û avakirina Sûriyeke Demokratîk pêşniyar kirin.
Şandeyê destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk projeyeke serketî bû û bi hevkariya hemû pêkhateyan hate damezirandin û bi ser ket. Şandeyê diyar kir ku divê hemû pêkhateyên Rojava ku misogeriya mafên xwe kirine, ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk û piralî kar û xebatan bidin meşandin.
Partiyên û kombûnên Sûryanî hêvî û baweriya xwe ya bi serketina vê porjeyê anîn ziman û diyar kirin ku dê li ser projeyê lêkolîn bikin.
QAMIŞLO